TJA danezana hilbijartinê aşkere kir: Ji jinan re azadî, ji komarê re demokrasî

  • jin
  • 14:56 16 Gulan 2018
  • |
img

AMED - TJA’yê danezana hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê aşkere kir. Jinan di danezana xwe de gotin: “Azadî ji bo jinan û demokrasî ji bo komarê.” 

Pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA) danezana xwe ya hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê ji raya giştî re aşkere kir. TJA’yê civîn li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a avahiya HDP’a Amedê li dar xist. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Taşdemîr, Wekîla Serokên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Koçyigît, Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, Alîkara Hevserokên Giştî yên DBP’ê Hacer Ozdemîr, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, bernamzetên HDP’ê yên jin û gelek jin beşdarî civînê bûn.
 
Li salonê pankartên “Jin dê faşîzmê hilweşînin”, "Wê jin azadiyê bidest bixin",  “Yên dilê wan bi hezkirina agir û serkeftinê geş dibe dikarin bi me re bimeşin”, “Jin dikarin biguherînin”, “Ev wiha naçe û jin destûr nadin” û “TAMAM" daliqandin. Jinan bê navber dirûşmên “Bijî HDP” û “Jin jiyan azadî” berz kirin
 
Li ser navê jinan aktîvîsta TJA’yê danezana bi kurdî Aynur Aşan xwend. 
 
Danezana TJA’yê ya hilbijartinê wiha ye: 
 
“JI BO JINAN AZADÎ Û JI BO KOMARÊ DEMOKRASΠ
 
Hin demên taybet hene; di van demên taybet de aqilê civakê di hilbijartinên azadî, wekhevî û edaletê de mîlada xwe tijî dikin. Ango ev giyan mûdaxaleya çêkirên her awayê siyasî û civakî dikin. Giyan û aqilê civakî xetereya rejima polîtîk ya ku êdî kes nikare pê re bijî ferq kiriye. Lewma nayê astengkirin. Berpirsyariya dikeve ser milê hêzên azadîxwaz û demokratîk jî ew e ku vê dema dîrokî û aqilê civakî veguherîne meşa têkoşîna mezin. 
 
Hikûmeta AKP’ê bi pergala dîktatoriya yek zilam, yek ol, yek dewlet, yek nijad, yek ziman dijminiya li dijî jin û gelan dixe meriyetê. AKP’ê di dema ixtîdara xwe de du pirsgirêkên bingehîn ên polîtîk kûr kiriye. AKP azadiya jinê, ahenga jiyanê, prensîba wekhevî û nirxên civaka demokratîk bi kiryarên xwe yên fermî ji holê rakir, li şûna wê, yek siyaset, jiyana zayendparêz û malbata baviksalarî bicih kir. 
 
AKP hewl da ku di kesayeta gelê kurd de daxwaza heq û azadiya çand û baweriya gelan tune bike. Lewma siyaseta yek ziman, yek dewlet, yek ol û yek nijad di asta faşîzma reş de pêk anî. Êdî ji derveyî mirin, xizanî, koletî û qetlîamê tu soza pergala yekrejim û dîktatoriya yek zilamî, nemaye.
 
Li hemberî vê pergalê, emê pergala azadiyê ango, makezagona Komara Demokratîk saz bikin. Pirsgirêkên gelan, jinan, baweriyan, çand û cihêrengiyan ên azadî û wekehviyê, tenê makezagona Komara Demokratîk dikare çareser bike. 
 
Mafên bingehîn li gorî rêgeza xwerêvebirinê şêwe digire, pergala Xweseriya Demokratîk jî ferz dike. Pergala Komara Demokratîk, pirçandiyê, pirzimanî û hevjiyana wekhev û azad esas digire. Ji ber vê yeke pergala Komara Demokratîk hêviya pêşeroja Tirkiyê ye. Pêşerojeke din ne pêkan e. Li ser bingeha hişmendiya Netewa Demokratîk em armanc dikin ku siyaseta yekitiya hemû çand, ziman, bawerî û wekheviya jin û zilaman saz bikin. Em ê pirsgirêka kurd bi hişmendiya yekîtiya demokratîk çareser bikin. Lewma em dibêjin ji bo jinan azadî, ji bo komarê demokrasî. 
 
Bi jinê re jiyana azad, bi gelan re komara demokratîk hêviya Tirkiyê û pêşeroja wê ye. Eger çandên cuda bi hev re azad bin, wê demê em dikarin bêjin aştî heye. Ên ku yekîtiya azadiya çandan diparêzin, soza wan aştî ye. Lewma bi têkoşîna xwe ya komara demokratîk û bi berxwedana xwe, em jin soza aştiyê didin. Şertê vê aştiyê jî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû siyasetmedarên kurd in. 
Pergala siyaseta Tirkiye ya desthilatdar komarê bi zihniyeta dewleta baviksalarî birêve dibe. Yeknêrîn û milkiyetparêzî hebûna gelên cuda, bawerî, çand û jinan înkar dike. Di vê pergala ku modela malbata baviksalarî wekî modela dewletê hatiye hûnandin de, tundiya li dijî jinê û cudakarî di asta komkujiya jinan de ketiye meriyetê. Wekî yên din dîtin, xizankirin, bê nirx hiştin kirine çarenûsa jinê. Dîktatoriya yek zilamî di jiyana civakî de di nava malbat û siyasetê de rê li ber terora zilam vekiriye. Her wiha welatê me veguhertine welatê yekzilaman. 
 
Riya veguhertina pergala faşîzmê li ser bingehê wekheviya jin û zilaman, demokratîkkirina siyasetê ye. Ji bo vê yekê;
 
* Emê rêgeza Komara Demokratîk, rêveberiya demokratîk, hevserokatî û nûneriya wekhev esas bigirin, pergala hevserokkomariyê saz bikin. 
 
* Rejima yek zilamî, desthilatdariya zilam û şovenîzma wî, civak parçe kiriye, dinav civakê de pevçûn pêş xistiye,  hevhatina civakî û çanda diyalogê ji holê rakiriye. 
 
* Çarenûsa Tirkiyê qasî ku tu caran divê radestî zilamekê nebe, bi nirx e. Hevserokatiya serokkomariyê di rêveberiyê de wê wekheviya jinan pêk bîne û ji rejima yekzilamiyê biparêze. Hevserokatiya serokkomariyê dê çanda demokratîk û hevhatinê her wiha azadiya jinê temsîl bike. 
 
* Di dema rejima dîktatoriya AKP’ê de rêjeya komkujiya jinan ji sedî hezar û çarsed zêde bûye. Zagona di temenê biçûk de zewicandinê, polîtîkaya necezakirina tundiya li dijî jinê, êrîşên li dijî jiyan û cil û bergên jinan û kolekirin wekî hedefa sereke derketiye pêş. Wezareta oldar, wezareta tenduristî û perwerdehiyê binesaziya kolekirina jinan ava kiriye. Qursên quranê, malên xwendevanan û dibistanên dewletê veguherîne navendên destdirêjî û tecawîzê. 
* Rêxistinên têkoşîna azadiya jinan û saziyên wê hatin girtin, bi vê riyê xwestin jinan bê nasname bihêlin û jinan teslîm bigirin.
 
* Li Kurdistanê siyaseta înkar û îmhayê, qedexeya zimanê zikmakî, dagirkirin û penaberkirin her tim di asta şereke dijwar de hat pêşxistin. Vî şerî jî, nijadperestî, zayendperestî, tundiya li dijî jinê, destdirêjî, îşkence, girtin û kuştin wekî rewşeke asayî nîşan da.  
 
* Bîrdoziya yek netew, ji bo jinên kurd û jinên Tirkiyeyî komkujî ye. Bi siyaseta OHAL, KHK û qeyûman hewl da ku wekheviya jinan ji holê rake. Lewma pergala hevserokatiyê ya ku me di rêveberiyên herêmî de pêş xistibû, navendên şêwirmendiya jinan û kooperatîf hatin girtin.
 
* Kongreya Jinên Azad (KJA) û bi sedan rêxistin û saziyên girêdayî wê hatin girtin. Bi vê riyê hewl dan ku têkoşîna azadiya jinên kurd û pergala ku wê afirandiye ji holê rakin. Di encama pîlana hilweşandin û dagirkirinê de bi hezaran jin penaber bûn, bi sedan jin hatin qetilkirin û bi hezaran jin hatin girtin. Lê me li ber xwe da. Li hemberî êrîşa faşîzma ku xwest civakê dîl bigire em bûn astenga herî mezin. Ji bo careke din ev rewş neyê jiyandin, em ê meclîsa jinan a Tirkiyê wekî pergalekê pêş bixin.
 
* Pêdivî bi meclîsa jinên Tirkiyê heye. Meclîsa Jinên Tirkiyê wê exlaqê şer û aştiyê diyar bike, biryar û zagonên siyasî yên ji bo jinê pêş bixe. Di heman demê de wê berpirsyariya polîtîkayên civakî bigire ser milê xwe û pergala rêveberiyê di çarçoveya azadiya jinêde înşa bike.  
 
* Meclîsa Jinan wê xwe bispêre pergala nûneriya parlementerên jin, tevgerên jinan, rêxistinên kedê, tevgera jinên femînîst, rêxistinên jinên saziyên sivîl ên civakî, jinên hûnermend, jinên rewşenbîr, jinên akademîsyen, jinên karmend û jinên xwendevan. Ji bo vê yekê armanca me ya sereke wê avakirina parlementoya jinan û pergala wê be. Jin payeya xwe wê ji hilbijêrên xwe bigire û biryara jiyana xwe bide. Wê bi biryarên xwe hestiyariya dewletê ya li hemberî wekhevî û azadiya jinê pêş bixe, sûcên li hemberî jinê di çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê  bibîne. Meclîsa jinan hevpeymana civakî ya ku makezagona ewlehiya jiyana jinan û azadiya wê mîsoger dike wê bixe meriyetê.   
 
* Em ê bi feslefeya jiyana azad, dawî li pergala baviksalariyê bînin û keda dinav malê de veguherînin nirxeke mezin. Li şûna hişmendiya sermalbatiyê em ê hiqûqa yekîtiya hevjiyanê pêk bînin, di mijarên devjihevberdan û bihevrebûnê de vîn û biryara jinê esas bigirin.
 
* Ji bo ku tundiya li dijî jinê ji holê rabe, mafê parastina rewa, derfet û zagonên wê pêş bikevin em ê têkoşîneke bîrdozî bimeşînin. 
 
* Hiqûqa parastina rewa, jiyaneke biewle û derfetên karûbar, ku di bin xeteriyeke mezin de ne, ji bo me mijarên sereke ne. 
 
* Em ê hewl bidin ku di saziya darazê de hejmara jin û zilaman bigihînin asteke wekhev. 
 
* Ji bo cezayên giran bidin kesên destdirêjî û tundiya li dijî jinê pêş dixin, em ê hewl bidin ku mafê parastina jiyana jinan bê nasîn. 
 
* Destdirêjiya li hemberî zarokan bi hikûmeta AKP’ê re êdî bû pergaleke berbiçav. Li malên xwendevan û dibistanan de tecawîza zarokan di asteke herî jor de ketiye meriyetê. Lewma pergala ku zarokan ji civakê dûr dixe, malên xwendevan û dibistanên ku zarok kiriye milkê dewlet û cemeetan divê ji holê rabin. Ji bo vê yekê wezareta perwerdehiya ku bi awayeke vekirî di bin banê rêxistinên jinan, saziyên demokratîk û malbatên zarokan de karê xwe dimeşîne armanca me ya sereke ye. 
 
* Ji bo ku ziyana maddî û manewî ya jinên di encama polîtîkayên şer de penaber bûne, ji kar hatine avêtin, mafên wan hatine desteserkirin, hatine girtin û rastî îşkenceyan mane, were tespîtkirin, di çarçoveya rejima heqîqetê de em ê li parlementoyê dîwana edaletê ya jinan saz bikin. 
 
* Wê dîwana edaletê bi tevlîbûna tevgerên jinan, rêxistinên jinan, akademîsyenên jin û hiqûqnasên jin bê avakirin. 
 
* Dîwana edaletê; ji bo ku sûcên li hemberî jinan pêk tên derxîne holê û ji bo edalet pêk were wê xwedî biryar be.
 
* Jinên kedkar wekî hêza erzan tên dîtin, dinav şert û mercên ne ewle de rastî dagirkeriya kedê tên. Jinên karkerên demsalî, jinên di sektorên paqijiyê de cih digirin gelek caran di encama qezayên kar de jiyana xwe jidest didin. Ne tenê keda wan, jiyana wan jî hatiye dagirkirin. Ji bo keda wan bê dîtin û ewlehiya jiyan û karê wan, em ê xebateke berfireh bimeşînin.
 
* Perwerdehiya zimanê zikmakî mafeke bingehîn e. Lewma divê mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bikeve meriyetê. Pergala perwerdehiya nijadperest û zayendperestiya civakî, nivşê dijminê gelan û jinan pêş dixe. Lewma armanca me jinan ew e ku em pergala perwerdehiya li dijî nijadperestî û zayendperestiyê bihûnin. 
 
* Em wekî Tevgera Jinên Azad, armanca xwe ya azadiyê tevî tevgerên jin, bloka hêzên demokratîk û HDP’ê wê bixin meriyetê. Tenê HDP dikare daxwaza azadiya jinan, mafên çand û baweriyan, karker û kedkaran û tevahî gelan jiyanî bike. 
 
* Em li ser navê TJA’yê bang li hemû jinan, ciwanan û civakê dikin werin Ji bo Komareke Demokratîk li dora HDP’ê bicivin. 
 
* Di referandûma 7’ê Hezîran û 16’yê Adarê de em biser ketin, emê niha jî biser bikevin.
 
* Em ê biser bikevin ji ber ku em bihêzin.
 
* Em ê biser bikevin ji ber ku em berê jî biser ketin.
 
* Em ê biser bikevin ji ber ku em bi pergala xwe ya azadiya jinê ya biser ketî, xwedî wê dil, aqil û wêrekiyêne ku Komara Demokratîk ava bikin."