'Guhertina zagonan a Xesandina Kîmyewî tekakesîkirina pirsgirêkê ye'

  • jin
  • 16:32 19 Nîsan 2018
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, diyar kir ku erka dewletê ewe ku istîsmarê rake û rê li pêş îstîsmarê bigire û wiha got: "Guhertina der barê Xesandina Kîmyewî de tekakesîkirina pirsgirêkê ye." 

Navenda Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES), li avahiya navendî, der barê guhertina pêşnûmaya îstîsmarazarokan ku li Komîsyona Dadê bê niqaşkirin de daxuyanî da. Di civîna çapemeniyê de Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, daxuyani da û diyar kir ku ev pêşnûma rê li pêş astengkirinê û îstîsmarê nagire û dijberî vê yekê dê pirsgirêkan zêde bike. Erden, anî ziman ku dive berî her tiştî çavkaniya pirsgirêkan bê rastkirin û ev yek bi cezayan nayê asteng kirin. Bi vê guhertinê dixwazin pirsgirêke bikin tekakesî. Li şûna çavkaniya pirsgirêkê çareser bikin diçin bi kesan mijûl dibin. Her çend bi kesan mijûl bibin û ceza bikin jî dê dîsa sûc zêde bibin. Wekî rêbazê cezakirinê şaş e. Divê berî her tiştî hemû sedem, şert û mercên ku rê li pêş îstîsmarê vedikin bên girtin. Divê zagonên ku zarokan dixin ewlehiyê bên avakirin. Divê mafê tenduristî, perwerde û pêşketina zarokan bê parastin û pişti bê dayîn. Divê pergala parastina zarokan bê avakirin."