Jinên penaber li atolyeyê hatin gel hev

  • jin
  • 09:49 18 Nîsan 2018
  • |
img

STENBOL –Jinên koçber, bi armanca ku ew û hevzayendê xwe yên ji Tirkiyeyê re ceribandin û ezmûnên xwe parve bikin, li atolyeya ku Komeleya Piştevaniyê ya Jinên Koçber a Navnetewî li dar xist hatin gel hev. Endama Avakar a Komeleyê Ayşe Çelîk, diyar kir ku bertekên erênî ji bo atolyeyê hene. 

Komeleya Piştevaniyê ya Jinên Koçber a Navnetewî ji bo jinên Tirkiyeyî û jinên koçber tecrube û ezmûnên xwe bi hev re parve bikin, “Hevdîtinên li Atolyeya Jinên Koçber” organize kir. Dê bername 7 hefteyan dewam bike. Li atolyeyê de mijarên wekî zayenda civakiyî, koçberî, femînîzm, girîngiya piştevaniyê, têkoşîna li hemberî şideta jinê, keda jinê, tenduristiya ruhî û bedenî tên nîqaşkirin. Mijar bi zimanê kurdî, tirkî, erebî, farisî û îngilîzî tên nîqaşkirin. Her wiha wergêr jî hene. 
 
Leyla Muhammed (35) ku ji Heleba Sûriyeyê hat û 5 salin li Tirkiyeyê ye, anî ziman ku ji bo ew ji hevzayendên xwe tiştan hîn bibe û hêzdartir bibe tev li atolyeyê bûye. 
 
‘EM JINÊN KOÇBER PIR BIHÊZ IN’ 
 
Mamoste Şeza Sûltan (52) jî ji bajarê Helebê yê Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kiriye û 3 salin tevî 3 zarokên xwe li Tirkiyeyê ye. Sûltan got: “Em jinên koçber pir bihêz in. Ji bo hîn bêtir hêzdar bibim tev li atolyeyê dibim. Li Sûriyeyê mamoste bûm, lê li vir dixebitim. Dixwazim karê xwe bikim.”  
 
Hevîn Hamdûşa (32) jî ji bajarê Qamişlo yê Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kiriye. Hamdûşa diyar kir ku ji bo ew nîşan bide ka ew jinên ji ber şer hatine çiqas hêzdar in tev li atolyeyê bûye û got: “Em dixwazin herkes dengê me bibihîze û fêdeya me jî bigihêje jinên din. Dema em ji vir derketin, em dixwazin tiştên hîn bûne parve bikin. Ez kuafor im. 6 salin li Tirkiyeyê me.”Hamdûşa diyar kir ku ew ji şer derketine û dixwazin tirsa li ser xwe bişkînin û dengê xwe bilind bikin. Hamdûşa bi lêv kir ku wê pir bêriya malbata xwe kiriye û got: “Bi tena serê xwe me û li cem min kes tune ye. Ez mecbûr im, li ser piyên xwe bisekinim. Ji ber vê li vir im.” 
 
‘BERTEKÊN ERÊNÎ HENE’ 
 
Endama Avakar a Komeleyê Ayşe Çelîk jî diyar kir ku ew dixwazin nîşan bidin ka jin dikarin çi bikin. Çelîk got: “Bertekên erênî zêde ne. Ji ber ku em li gel hev in, dibêjin em pir kêfxweş in. Dema em jî vê yekê dibihîzin kêfxweş dibin. Me fêm kir ku divê em tiştên bi vî rengî zêde bikin. Ev proje bû sedem ku em fikrên nû derxînin holê. Zêde koçber tên welatê me û ji ber vê hiqûqa penaberan derket holê. Divê em jî wekî civak hesasiyetê nîşan bidin. Li atolyeyan kêliyekê be jî divê em bikin. Çîrokên me zêde bandorê li me dikin. Fikra, nexwe dema em bên gel hev em dikarin tiştên hîn xweştir bikin li me peyda bû.” 
 
MA/ Necla Demir