35 salin bêrîvaniyê dike

  • jin
  • 09:26 17 Nîsan 2018
  • |
img

COLEMÊRG – Amîne Olmez ku hema bêjê jiyana wê temamî di nav xwezayê de ye, 35 salin bêrîvaniyê dike. Olmez bal kişand ser qedexekirina zozanan û got: “Çawa ku her kulîlk li ser axa xwe zîl dide, em jî li van çiyayan hêşîn dibin.” 

Amîne Olmez ku li gundê Zengilê yê Colemêrgê dijî û ji 15 saliya xwe heta niha bêrîvaniyê dike, din nav jinên gund de wekî jina herî jêhatî tê zanîn. Olmez di temenekî biçûk tê bi gundiyekî xwe re tê zewicandin û heta niha li zozanên herêma Gera Samûr, Sersûlav, Zozanka, Kevîpîrê û gelekên din geriyaye. Olmez, tevî karên malê gelek karên derve jî dike. Olmez diyar kir ku ew bi saza xweza, heywan û axê li ser piyaye. Olmez diyar dike ku 35 salin bêrîvaniyê dike, lê belê niha zozanên wan hatine qedexekirin.
 
Dema roj li ber vabûnê ye, Olmez diçe berpalê ku li hemberî mala wan e û bizinên xwe didoşe. Olmez behsa bêrîvaniyê û dotinê kir. Olmez, destnîşan kir ku gelek malbat û zarokên gund ên heywanên wan tune ne, şîrê ku bi destê wê hatiye dotin vexwarine û penêrê bi destê wê hatiye çêkirin vexwarine. Olmez, diyar kir ku li gorî berê hejmara bizinên wê kêm bûne. Olmez anî ziman ku niha 70 heywanên wê hene û cara ewil ew sala çûyîn ji ber qedexeyê nikaribûne biçin zozanan. Olmez bi lêv kir ku îsal jî zozanên wan hatine qedexekirin û got: “Eger zozanên me tune bin, tu wateyeke sewalvaniyê namîne.” 
 
Olmez, diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve bi zor û zehmetiyên jiyanê û yên li herêmê rû bi rû maye û got: “Li vî gundî herkes Amînayê bi kar û barê wê dizane. Tekane çavkaniya debara me û malbata min sewalvanî û tûtina ku em datînin. Diya min dema 15 salî bûm dotina mî û bizinan hînî me kir. Wan salan ez û keçên xaltîka xwe diçûn qeraxa Zapê û me mûyên bizinan dirêsand. Dema me karê xwe diqedand, me kilamên xwe digotin, govenda xwe digerand û vedigeriyan malê. Dema hatim zewicandin hîn zarok bûm. Min jiyana xwe bi keda xwe, bi destên xwe ava kir.” 
 
‘DERKETIM SERÊ VAN ÇIYAYAN’ 
 
Olmez, diyar kir ku ji ber pezên wan col bi col bûne, ew diçin zozanan û got: “Ez derketima lûtkeya van çiyayan. Berê me konên xwe li cihên hîn dûrtir vedidan. Tevî şûştina cilan, xwarinçêkirina ji bo dehan mirovî, min êzing dikişandin, li nav erdan dixebitîm û heywan xwedî dikirin. Carinan ewqasî dixebitîm ku, roj hebû tenê carekê min zarokên xwe ji nav pêçekê diderdixist. Ji ber malbata hevjînê min qelebalix e û çûnhatin zêdebû û 2-3 şivan hebûn, ji taqet diketim. Tê bîra min di bin berfê de min bi saetan cil dişûştin. Helbet niha derfetên me çêtir in. Wek berê karên giran ne pir in. Zarokên min mezin bûne.” 
 
Olmez, diyar kir ku her çend berê zor û zehmetî zêde bûn jî, lê ji niha çêtir bû û got: “Miroveke ku evqas dema xwe bi xwedîkirina heywanan û bêrîvaniyê derbas kiribe, ne mimkune eku karekî din bike. Niha min ji gund bibin bajêr, ez ê nikaribim bêhnê bîstînim. Jiyana me li ser çiyayan, li mêrgan di nav hewayeke paqij de derbas bû. Em ji bilî vê bi jiyaneke din nizanin. Ez mastê baş ji havênê wê û penêrê baş jî ji bêhna wî dinasim. Eger gundên me, zozanên me bên qedexekirin li van deran tu wateya jiyana me namîne. Çawa ku her kulîlk li ser axa xwe zîl dide, em jî li van çiyayan hêşîn dibin. Niha em sewalên xwe li deverên nêzî gund diçêrînin û li gund wan didoşin. Divê em dawiya Gulanê biçin zozanan.” 
 
MA / Nimet Olmez