Zilamê Emîne Demîrcî kuşt, dê serbest bê darizandin

  • jin
  • 15:22 16 Nîsan 2018
  • |
img

ÎZMÎR - Mustafa Demîrcî yê hevjîna xwe Emîne Demîrcî kuşt û di doza lê dihat darizandin de beraat kir, piştî dadgeha bilind doz xerab kirin ji nû ve hat dîtin. Şandeya dadgehê daxwaza girtina Demîrcî red kir.

Li îzmîrê, Mustafa Demîrcî yê hevjîna xwe Emîne Demîrcî kuşt û di doza lê dihat darizandin de beraat kir, piştî dadgeha bilind doz xerab kirin, danişîna dozê ya 2’yemîn li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn hat dîtin. Parêzerên Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî beşdarî dozê nebûn. Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, malbata Demîrcî, parêzer û bersûc Mustafa Demîrcî beşdarî dozê bûn. Tiştî tespîta nasnameyê danişînê dest pê kir. 
 
Şandeya dadgehê xwest rapor derbarê kuştin bi zanebûn bû yan ne  bi zanebûn bû bê amade kirin ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê re bê şandin. Dadgehê biryar da ku Demîrcî ji dervede bê darizandin  û doz taloqî 18’ê Gulanê kir.