Dayika girtiya ku daxwaza hevdîtina bidîmen dikir jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 13:10 5 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya bi navê Zerrîn Yilmaz ku 24 sal in di girtîgehê de ye, xwestibû li ser telefonê bidîmen gel dayika xwe ya nexweş biaxive. Lê daxwaza wê nehat qebûlkirin û dayika wê jiyana xwe ji dest da. 
 
Girtiya bi navê Zerrîn Yilmaz ku 24 sal in di girtîgehê de ye û li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, piştî ku dayika wê Fatma Yilmaz a li Almanyayê dijiya nexweş ketî, xwest li ser telefonê bidîmen pê re biaxive. Lê belê ev daxwaza Yilmaz ji hêla rêveberiya girtîgehê ve nehat qebûlkirin. Dayika Yilmaz, Fatma Yilmaz duh jiyana xwe ji dest da. 
 
Cenazeyê Fatma Yilmaz anîn Nisêbîn a Mêrdînê û tê payîn ku sibe were definkirin.