JINNEWS’ê çeteleya meha mijdarê parve kir: 31 jin û herî kêm 5 zarok hatin qetilkirin

  • jin
  • 10:43 5 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya ku JINNEWS her meh amade dike, di meha mijdarê de 31 jin û herî kêm 5 zarok hatin qetilkirin, 13 jin û 4 zarok jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Jinnews, her meh derbarê tundî û cinayetên jin û zarokan de daneyan kom dike û tundî û cinayetan qeyd dike. Li gorî daneyên Jinnewsê yên meha mijdarê, 31 jin di encama tundiya zilaman de jiyana xwe ji dest dan. Li jinên ku mirina wan "bi awayekî biguman" derbasî qeydan bûn û mirinên wan nehatin ronîkirin vê mehê hin jinên din li wan zêde bûn. Di meha mijdarê de mirina 13 jinan "bi awayekî biguman" derbasî qeydan bû. 
 
Di meha mijdarê de ligel bûyerên tundiyê, bûyerên berê ku wek mirinên biguman hatibû derbaskirin jî tên ronîkirin. Berfîn Ep a 14 salî ya di 28’ê Gulana 2020’î de li zozanên Çemê Karê ya Berwarî ya Sêrtê ku hat îdiakirin bi çekê întîxar kiriye, di lêpirsîna ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a Sêrtê de hat meşandin derket holê ku Berfîn hatiye qetilkirin.
 
FAÎLÊN JINAN
 
Li gorî çeteleya meha mijdarê 31 jin hatine qetilkirin 13 jin biguman jiyana xwe ji dest dane. Yek ji faîlan polîsekî berê bû. Jin dîsa ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatin qetilkirin. 15 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, 8 ji aliyê hevalên xwe ve, 3 ji aliyê xizmên xwe ve, yek ji aliyê mêrê dest jê berdabû ve û yek jî ji aliyê mêrê ku nas dikir ve hat qetikirin. Faîlê du jinan nehat tespîtkirin û jinekê jî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da. 2 jinên ku ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin di asta berdanê de bûn. 
 
Li gorî bajaran jinên hatine qetilkirin: Li Stenbolê 6, li Îzmîrê 3, li Hatayê 2, li Antalyayê 2, li Manîsayê 2, li Denîzliyê 2, li Amedê yek, li Bursayê yek, li Qeyseriyê yek, li Enqereyê yek, li Muglayê yek, li Uşakê yek, li Dîlokê yek, li Konyayê yek, li Semsûrê yek, li Erziromê yek, li Êlihê yek, li Edeneyê yek, li Kocaeliyê yek, li Boluyê yek.
 
5 ZAROK HATIN QETILKIRIN
 
Dîsa di meha mijdarê de herî kêm 5 zarok hatin qetilkirin, 4 zarok jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan.