Hevşaredarên HDP’yî: Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet li dora ‘Jin jiyan azadî’ xwe bi rêxistin bikin

  • jin
  • 09:07 5 Kanûn 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Hevşaredarên HDP’yî ku tev li civîna Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP’ê bûn diyar kirin ku dewlet jinên ku nikare bêdeng bike dixwaze bi polîtîkayên şerê taybet têk bibe û gotin: "Li dijî polîtîkayên şerê taybet, em ê li dora 'Jin jiyan azadî' xwe bi rêxistin bikin." 
 
Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet ên dewletê ku li dijî jinan dide meşandin her roj cureyeke din li van polîtîkayan tê zêdekirin. Li gel polîtîkayên şerê taybet tundiya li dijî jinan, komkujî, asîmîlasyon û qirkirina çandî ya li ser herêmê jî zêde dibe. Jinên ku li dijî polîtîkayên şerê taybet ê dewleta mêrane li herêmê pêş tê birêvebirin têdikoşin û van polîtîkayan teşhîr dikin jî yan tên binçavkirin û yan jî tên girtin. Ji Colemêrgê û heta Edeneyê jinên ku li navçeya Silopiyayê tev li civîna Desteya Revêberiyên Xwecihî ya HDP’ê bûn derbarê polîtîkayên şerê taybet de axivîn. 
 
'DI ŞEXSÊ JINAN DE DIXWAZIN CIVAKÊ BÊÎRADE BIKIN'
 
Ji jinan Hevşaredara Bajaroka Kaniyahenê Gulistan Sonuk a ku qeyûm danîn şûna wê diyar kir ku dewletên ku di êrişên xwe de encamek negirin serî li polîtîkayên taybet didin û wiha axivî: "Di cîhanê de cihê ku şer lê hebe li wê derê şerê taybet jî tê meşandin. Ji ber li ku derê di nava 2 dewletan de şerê fizîkî hebe û aliyeke ji wan aliyê din têk nebiribe serî li polîtîkayên şerê taybet dide. Şerê taybet jî şereke gelek berfirehe û bêsînore. Tu sînor û exleq nas nake. Bi riya çapemeniyê, bi riya dibistanan û bi riya hemû saziyên dewletê ev polîtîkaye tên meşandin. Niha jî cihê ku şerê taybet tê de tê meşandin jî Kurdistane. Di nava dewletê de û tevgera azadiyê de 40 salin şerek berdewam dike. Di vî şerî de jî encama ku dewlet dixwaze bi dest naxe. Bi tang,topan çekan dike û nake nikare encamekî jê bigire. Ji ber wê jî heyfa wê têkçûyina xwe jî bi şerê taybet ji bajaran bistîne. Bi taybetî jî dixwaze ji jinan bistîne. Ji ber ku hemû şoreşên ku cîhanê de  pêk hatine û xîzmeta civakê kirine pêşengtiya wê jinan kirine. Civakeke ku exleq hatibe avakirin ev jî bi keda jinê çêbûye. Ji ber wê jî tirsa hêzên emperyalîst û kesên ku naxwazin civakên azad bên avakirin tirsa wan ji jinê heye. Ji ber ku jin raste rast bi civakê re eleqedere û nava jiyanê de ye. Ji ber wê jî herî zêde şerê taybet li ser jinan tê meşandin. Dixwazin bi têkçûyina jinê yan jî bêîradekirina jinê civakê hemû bêîrade bikin û teslîm bigirin. Ji ber wê jinên kurd bi salane di hedefa şerê taybet de ne. Ev jî cûreyên wan hene. Carna bi riya sîxûrtî, carna bi riya fuhuşê û carna jî bi riya zewaca van polîtîkayên xwe dimeşinin."
 
'MUSA ORHAN PIŞTGIRIYÊ JI DEWLETÊ DIGIRE'
 
Sonuk anî ziman ku bi van polîtîkayan tê armanckirin ku civakake bêhiş ava bikin û wiha domand: "Yek ji qadên van şerê taybet jî Botan e. Bi salane ku li vê herêmê van polîtîkayan dixin meriyetê. Em dikarin bêjin ku li vê herêmê bi dehan jin û yan jî zarok bi van polîtîkayan re rû bi rû dimînin. Yan destdirêjî li wan tê kirin û yan jî tên îstîsmarkirin. Li Kurdistanê ji xeynî qereqol û kalekuleyên dewletê û sazî dezgehên ku bi şer ve girêdayine hatine avakirin. Ev saziye jî raste rast xîzmeta şerê taybet dikin. Raste rast xîzmeta têkçûyina civaka Kurdistanê dikin. Ji xwe bi salane hem di gotinên xwe de û hem jî pratîkên xwe de hişmendiyêke ku zarok û ciwanên kurd ji tevgera azadiyê dûr bikevin û nekevin nava siyasetê û çi bikin bila bikin. Tê bîra herkesî di sala 2010'an de li Sêrtê zarokeke ku diçû dibistanavîn destdirêjî zarokekî kiribû. Waliyê wê demê gotibû,' bila kevir neavêje polîsan bila tecavuz bike' ev gotin bi xwe jî dide nîşandin ku fuhuş û tecawizên li Kurdistanê çêdibin ne ji vê gotinê û polîtîkayên dewletê cuda ye. Kesên weke Musa Orhan piştgiriyê ji dadgehê û dewletê digire. Necezakirina van faîlan de dixwazin bibêjin, 'gotina wan pere nake' ne tenê di vê dozê de her dozeke ku faîlê wê diyar bê encam dimîne. Ji bo ku jin dernekevin kolanan û dengê xwe dernexînin her tiştekî dikin. Cezadayina Zeynep Farah û Ezgî Mola jî dixwazin bibêjin ku,' kesê ku ûniformayê dewletê li xwe kiriye hûn nikarin tiştek bibêjin' peyam ew bû ku wê dewlet biparêze. Heger ku me deskeftiyên xwe li kolanan bi dest xistibin em ê dîsa li kolanan bi dest bixin û em ê li hemberî van polîtîkayan serê xwe netewînin." 
 
'JIN DORA JIN JIYAN AZADÎ XWE BI RÊXISTIN DIKIN'
 
Hevşaredara Navçeya Ebexê ya Wanê Leyla Atsak ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin jî îşaretî polîtîkayên îktidarê yên li ser jinan tên meşandin kir û wiha got: "Desthilatdar dema ku dixwazin civakekî ji holê rakin serî de jinan û xwezayê hedef digirin. Li ser jinan şereke taybet didin meşandin. Ev polîtîkaye serî de jiyana jinê, hişmendiya jin û îradeya jin hedef nîşan dide û dixwaze ku polîtîkayên xwe li ser jinan bi cih bîne. Lê van polîtîkayan li her derê xwe nîşanî me da. Li Êlihê, Şirnexê gelek jin rastî van polîtîkayan hatin. Herî dawî li Êlihê Îpek Er rastî vê polîtîkayê hat û di encamê de jî jiyana xwe ji dest da. Lê em baş dizanin ku li ku derê jineke zana hebe, birêxistinkirî jî hebe îktîdar êrîşî wan dike. Dixwaze têkiliya jinan a bi civakê re qut bike û jinan tenê bihêle. Keseke ku tenê dimîne jî xwe dûrî civakê dibîne û derûniya wê xerab dibe. Îktidar vê baş dizane û ji ber wê jî herî zêde serî li van polîtîkayan dide. Jin çiqasî xwe bi zane bike û pêşve bibe ev îktîdarê bi hêrs dike. Ji ber ku di îktidaran û mêtîngeran de her tim koletî heye. Jiyaneke bêexleq, dûrî civakê û lîberal esas digirin. Lê jin van ji holê radike û ji bo jiyaneke bi exleq û polîtîk tedikoşe. Herî dawî 25'ê Mijdarê jin li qadan bin. Lê di wê rojê de jin rastî tundiya dewletê hatin. Lê îro jin dora dirûşmeya, 'jin jiyan azadî' xwe birêxistin dikin û dixwazin bi vê felsefeyê civakê rêve bibin. Lê îktîdar jinên birêxistinkirî acize û ji ber wê jî bi her awayî êrîş dikin. Niha ne tenê li Tirkiye li her deverên cîhanê de di bingeha dewletan de hişmendiya mêr heye. Lê jin bi felsefeya, ‘Jin jiyan azadî' niha pêşengiya civakan dikin. Îro ne tenê li Tirkiyeyê di seranserî cîhanê de jinên Efganistanê, jinên Polanya, jinên Ereb û Şii ji ‘Jin jiyan azadî’ îlham girtine û xwe birêxistin dikin."
 
'ÇARESERÎ FIKR Û RAMANÊ AZAD E'
 
Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin jî bi lêv kir ku çareseriya xwe ji van polîtîkayan parastina xwe rêxistinkirine û ev tişt got: "Jina ku xwe nas dike û dibe îradeya civakê zêde nabe amûrê şerê taybet. Lêbelê li Kurdistanê bi taybetî dixwazin ku li ser ciwanan de bi ser navê evînê van polîtîkayên xwe bi cih bikin. Ji bo ku ji bîrdoziya xwe û fikr û ramanê azad dûr bikevin û bikevin tora van polîtîkayên qirêj her tiştekî dikin. Ji bo ku jin û ciwanên kurd nebin xwedî îrade, siyasetê û fikr û ramanê jina azad bi taybetî ciwanan hilbijêrin. Niha kesên ûnîformali ciwanan dixinîn û dawiyê jî ciwan jiyana xwe ji dest didin. Mînaka vê jî Îpek Er e. Lê em dizanin ku niha bi dehan kesên ku weke Îpek Er ku nikarin bibêjin hene. Divê ku ciwan bibînin ku li ser wan lîstîk tên lîstin. Weke pêşengên vê civakê divê ku em ciwanan ji van qirêjiyan bikêşin. Ew kesên ku van sucan dikin jî ji aliyê dewletê ve nayên cezakirin. Mînaka Musa Orhan berbiçave. Cezayeke wisa dan ku weke ku bi aqlê civakê re hinek dikin. Ji ber van polîtîkayên bêcazekirinê jî faîl cesaret digirin. Divê ku jin li her qadan de xwe birêxistin bikin ku xwe ji van qirêjiyan dûr bike. Heger ku em dora fikr û ramanê jina azad kom nebin her roj wê yek ji me bikeve vê lîstîka dewletê." 
 
'TIŞTÊ KU NIKARIN XELAS BIKIN KÊM DIKIN'
 
Hevşaredara Navçeya Kopê ya Muşê Eylem Saruca ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin jî bal kişand ser pêkanînên polîtîkayên taybet ê dewletê û got: "Dema em li pêvajoya dawî ya siyasî binerin, bi taybetî jî li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê mirov dikare bibêje ku jin muxalefeta sereke ne. Di warê fermî de dibe ku ne muxalefet bin, lê di pratîkê de li hemberî hemû pêkanînên ne demokratîk ên sîstemê yên ku di rêza yekemîn de cih digirin jin in. Ji ber vê jî qada ku sîstem herî zêde jê ditirse jin e. Ji ber vê yekê jin dibin hedef û tên kuştin. Hemû polîtîkayên şerê taybet ên li ser jinê û pêkanîna wê ya li ser jinê, nîşan dide ku sîstem çiqasî ji jinê ditirse û jin dema ku bixwazin dikarin her tiştekî bikin. Pergal,dewlet bi polîtîkayên şerê taybet hewl didin tiştên ku nikarin bi top û tivingan xelas bikin kêm bikin. Dema em lê dinêrin li Tirkiye û Kurdistanê ev yek tê kirin. Ji ber ku dewlet bi lîstina bi hişmendiya mirovan bi polîtîkayên şerê taybet ên li cihên ku dibîne êdî nikare tune bike û şer bike, bi daxistina mirovên xwedî nirxên civakî re hewl dide mirovan têk bibe. Sedema ku bi taybetî li Kurdistanê vê yekê dike ew e ku ciwan û jinan bike hedef, ji ber ku dibîne gelê Kurd ji pergalê re dibêje raweste û têkoşîna gelê Kurd a li dijî pergalê her ku diçe mezin dibe.”
 
'QIRKIRINA XWEZAYÊ PERÇEYEKE VAN POLÎTÎKAYAN E'
 
Saruca diyar kir ku qirkirina xwezaya Kurdistanê jî yek ji polîtîkayên şerê taybet e û wiha pêde çû: "Êrişa herî biçûk a ekolojîk a li herêmên Tirkiyeyê bertekên mezin derdixe holê, lê dema mijar dibe Kurdistanê di nava gel de bêdengiyek heye. Çiya hatin şewitandin, li Cûdî daristan hatin şewitandin. Her wiha li Dêrsimê daristan hatin şewitandin, ji aliyê gel ve tu bertek nehat nîşandan. Lê dema li Tirkiyeyê heman tişt diqewime, ji hemû pêkhateyan deng derdikeve. Lê dema mijar dibe erdnîgariya ku Kurd lê dijîn, di nava gel de bêdengî serdest e. Ev rengê şerê taybet e. Ji ber ku şerê taybet ne tenê li ser bedena jinê û belavkirina tiryakê ye, şerê taybet bi ekolojî, asîmîlekirina civakê û bedena jinê bi gelek awayên xwe dide der.Lewma talankirin û şewitandina xwezaya me jî parçeyek ji van polîtîkayan e. Li dijî van polîtîkayan ne tenê Kurd, divê hemû civakên Tirkiyeyê dengê xwe bilind bikin. Jin di vê pêvajoyê de gelek deng derdixin. Divê ne tenê jin, mêr jî li dijî van polîtîkayan deng derbixînin û dengê xwe bilind bikin."