Bahar Hezer li Rihayê hat definkirin

  • jin
  • 14:07 4 Kanûn 2022
  • |
img
RIHA - Cenazeyê Rêvebera Şaxa ÎMO’yê ya Rihayê Bahar Hezar ku hatibû qetilkirin, hat definkirin. 
 
Rêvebera Şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) ya Rihayê Bahar Hezer (26), li navçeya Karakopru ya Rihayê ji hêla birayê xwe Yekta Hezer ve hatibû qetilkirin. Cenazeyê Hezer, li morga Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan hat wergirtin. Pateyeke spî bi darbesta Hezer ve hate kirin, jinan darbesta wê rakir û birin Goristan Asrî ya Rihayê. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek kes tev li merasîma definkirina Hezer bûn. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Hezer hat definkirin. 
 
Hezar, endama Lijneya Rêveber a ÎMO’yê bû û bi têkoşîna xwe ya li dijî tundiya ser jinê dihat naskirin. Vîdeoya ku Hezer bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî kişandibû, piştî qetilkirina wê li ser hesabên medyaya civakî bû rojev. s