Jinên siyasetmedar: Em ê bi ruhê raperînê bi herikin qadan

  • jin
  • 12:46 20 Adar 2018
  • |
img

AMED - Jinên siyasetmedar ji bo beşdarbûna Newroza Amedê bang kirin û gotin: “Dê Newroza îsal bibe raberîn û berxwedana Efrînê.”

Newroza dîrokî ya Amedê mîna her salê, dê sibe jî bi sedhezaran gel biherikin qadê. Jin bi rojane li cihên cûda yên bajêr bi gel re tên gel hev û gel vedixînin Newrozê. Jinan, diyar kirin ku dê Newroza 22018’an bibe qîrîniya berxwedan û raperîna dayîkên Efrînê.  
 
‘DÊ NEWROZ BIBI BIHARA GELAN’
 
Endama Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mekiye Guzel, diyar kir ku bi coşek mezin xebatên Newrozê bi rêve dibin û wiha axivî: “Em armanc dikin ku bi ruhê berxwedanê Newroza îsal pîroz bikin. Dengê berxwedana Newrozê ya li Qadan dê bibe bihara gelan.”
 
‘EFRÎN WINDA NEKIR, QEZENC KIR'
 
Guzel, balkişand ser şerê li Efrînê û wiha got: “Em ji hemû  kesê re dibêjin, Efrînê winda nekir, qezenc kir. Gelê Efrînê li dijî dagirkeriyê li ber xwe da û bi ruhê berxwedanê rabû ser piyan. Pergala dewletê tim li hemberî berxwedana gelan têk çûye.”
 
‘BI RUHÊ BERXWEDANÊ EMÊ LI QADAN BIN’
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca jî, da zanîn ku Tirkiyeyê bi dagirkeriyek mezin êrîşî Efrînê kir û wiha bilêv kir: “Em piştgiriyê didin şerê gelên Efrînê. Ji bo azadiyê em ê hemû bi hevre di Newrozê de azadiyê biqîrîn. Em ê bi ruhê berxwedana jin û dayîkan xwedî li Şengal, Kobanê û Efrînê derbikevin.”
 
BANGÊN BI RUHÊ SEFERBERIYÊ DIDOMIN
 
Endama Platforma Jinan a Dîcle Amed Zelal Bîlgîn jî, dest nîşan kir ku xebatên wan ên Newrozê berdewam dikin û wiha axivî: “Gel eleqeyek mezin nîşan dide. Jin bi ruhê seferberiyek mezin xebatên xwe didomînin. Em armanc dikin ku hemû polîtkayên li ser gelê kurd û Efrînê di Newrozê de vale derbixin.”
 
‘EFRÎN NE BI TENÊ YE'
 
 Hevseroka  HDP’ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn jî, diyar kir ku jin pêşengtiya xebatên Newroza 2018’an dikin û wiha got: “Em ê bi ruhê berxwedan û azadiyê biherikin qadan û daxwazên xwe bi qîrîn. Jin tim xwedî rê û resma  xwe ya têkoşînê derdikevin.  Emê îsal bi ruhê azadiya Sarayan, Bêrîtanan, Bêrîvanan û Arînan li dijî dagirkeriyê li qadan bin.  Em jin dê di 21’ê Adarê de bi banga Efrîn ne bi tenê ye li qadan bin.”