TJA: Em ê bi ronahiya Newrozê tarîtiya tecrîtê parçe bikin

  • jin
  • 15:27 19 Adar 2018
  • |
img

AMED - TJA, derbarê pîrozbahiyên Newrozê de daxuyaniyek nivîskî da û got: “Bi tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ‘êrîşên dagirkeriyê’ destpêkirin. Li dijî vê em ê bi ronahiya Newrozê tarîtiya tecrîtê parçe parçe bikin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya pîrozbahiyên Newrozê peyamek nivîskî weşand. TJA, diyar kir ku ew Newrozê di pêvajoyek pir gerim de pêşwazî dikin û wiha got: “Jin û gelê kurd dê Newroza îsala bi berxwedaniyek mezin pêşwazî bike.  Şerê Cîhanê yê 3’yemîn li Cîhan û Rojhilata Navîn her ku diçe kurtir dibe. Hêzên êrîşkar û dagirker di şexsê Efrînê de dixwazin jiyana azad a gelan û jinan tune bikin. Ji ber vê yekê berxwedana bi heybet a Newroza îsal, dê ji Efrînê heya cîhanê azadiyê biqîre.”
 
TJA’yê di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Emê bi şîara ‘Dê faşîzm winda bike, azadî qezenc bike’ di 8’ê Adarê de li qadan Newrozê pîroz bikin. Mîna gelên Newrozê emê li qadan carek din berxwedanê veguherînin azadiyê. Newroz berxwedane. Newroz bihara gelane. Tu hêz nikarin vê azadî hiqîqetê têk bibin.
 
LI DIJÎ FAŞÎZMÊ EM QADAN TIJE BIKIN 
 
Heya ku em tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabikin wê demê emê azad bibin. Emê bi ronahiya Newrozê tarîtiya tecrîtê parçe parçe bikin. Werin em li dijî dagirgerî, talan, tecrîd, OHAL û faşîzmê li qadên Newrozê agirê bihara gelan gur bikin. Em bang li jinan, dost û hêzên demokratîk dikin ku li qadên bihara gelan kom bibin.”