‘Em dê qada Gundogdu bi rengê Berxwedana Efrînê bineqişînin'

  • jin
  • 09:24 19 Adar 2018
  • |
img

ÎZMÎR - Endamên Jin ên Kamîteya Amadekar a Newroza Îzmirê, ji bo bi coşek mezin Newrozê li qada Gundogdu pîroz bikin, xebatek zêde dimeşînin. Jinan, diyar kirin ku ew dê Qada Newrozê ya Gundogdu, bi rengê Berxwedana Efrînê bixemilînin. 

Li Îzmirê, xebat û amadekariyên Newroza li Qada Gundogdu bê pîrozkirin berdewam dike. Komîteya Amadekar ya Newrozê dê bi şîara “Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" di 21'ê Adarê de pîroz bikin. Jinên ku di komîteya Amedekar de cih digirin diyar kirin ku ew dê Newrozê bi ruhê 8'ê Adarê pîroz bikin û qada Newrozê bi rengê Berxwedana Efrînê bixemilînin. 
 
Endama komîteyê û Hevseroka Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Îzmirê Melis Akgul, diyar kir ku jinan di 8'ê Adarê de bi rengên xwe qad tije kirin û xemilandin û wiha got: "Divê jin dîsa bi ruhê 8'ê Adarê dakevin qadan û li dijî faşizmê rawestin. Jin dê di Newrozê de bi tilîlî û rengên xwe li qadan bin. Dê bi berxwedana Efrînê Qada Newrozê bixemilînin. Em rêhevalên Rahşan, Arîn, û Awesta Xabûr yên li Efrinê jiyana xwe ji dest dan, em dê bi ruhê berxwedanê Newrozê pîroz bikin. Em bang li hemû gelê Îzmirê dikin ku bi vî ruhî bên agirê Newrozê pêxin û xwe bi rêxistin bikin mezin bikin û li dijî faşîzêm têbikoşin. Em dê li dijî şer ji bo aştiyê ji bo Efrînê li qadan bin. Em dê qadên Newrozê bi ruhê berxwedana Efrînê bixemilînin." 
 
‘BI RUHÊ BERXWEDANA EFRÎNÊ'
 
Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Arife Çinar jî diyar kir ku ew dê di vê Newrozê de dengê hemû bawerî û rengên cuda bilind bikin û wiha got: "Jin dê ji niha û şûnde her dem li qadan dengê xwe bilind bikin. Jin dê di 21'ê Adarê de li Qada Gundogdu ji neheqî û şer re bêjin na.Efrîn bajarê jinê û bajarê berxwedanê ye. Efrîn nasnameya jine ye. Reng û ruyê berxwedana jinê ye. Bi bawerî, nasname û rengên xwe li wir dijîn. Hişmendiya yekperest li dijî vê yekê bû. Ji ber vê yekê divê jin bi Ruhê berxwedana Efrînê dakevin qada Newrozê û pîroz bikin." 
 
‘EM DÊ LI QADA GUNDOGDU BERXWEDANA EFRÎNÊ SILAV BIKIN'
 
Endama Meclîsa HDP'ê Gulay Gun Bîlîcî jî diyar kir ku di 8'ê Adarê de jinên Îzmirê daketin qadan û li ber xwe dan û dê di Newrozê de jî Qada Gundogdu bi berxwedana Efrînê bixemilînin. Gulay Gun, anî ziman ku jin ji bo li beden û nasnameya xwe xwedî derkevin dê dakevin qada Newrozê û di 21'ê Adarê de bi ruhê Efrînê Newrozê pîroz bikin. Gun, destnîşan kir ku aştî dê bi destê jinan pêk bê û dê têkoşîna Kawa ya li dijî Dehaqan li qadan mezin bikin û wiha got: "Berxwedêrên Efrinê hêz dan me. Em ji Îzmirê jinên berxwedêr yên li Efrînê silav dikin. Em li pişt wan in û em dê di Newrozê de ji bo piştgiriya wan biqîrin."