Duzkan: Çapemenî kuştinê rewa dike

  • jin
  • 08:56 18 Adar 2018
  • |
img

STENBOL– Rojnamevan-nivîskar Ayşe Duzkan destnîşan kir ku bi destpêkirina êrîşên li ser Efrînê re bi destê çapemeniyê şer û mîlîtarîzm tê gurkirin û got: “Mirov tim leqayî rêzefîlmên ku mêr bi kincên leşkerî bi wêrektiya xwe pesnê xwe didin tê. Bi destê çapemeniyê tê lansekirin ku mirin û kuştin tiştekî baş e û wekî tişta herî baş ku mêr dike tê lansekirin.”

Bi destpêkirina êrîşên li ser Efrînê re, li Tirkiyeyê bi riya çapemeniyê şer û mîlîtarîzmê tê gurkirin. Rojnamevan-nivîskar Ayşe Duzkan êrîşên li ser jinan û zarokan û polîtîkayên weşanê yên ku divê di vî warî de bên şopandin nirxandin. Duzkan destnîşan kir ku bi destpêkirina êrîşên li ser Efrînê re di bultenên nûçeyan de mirov leqayî hêmayên “jina leşker” tê, lê belê ev ne tiştekî masumane ye. 
 
Duzkan, diyar kir ku di demên dawî de êrîşên li ser jin û zarokan zêde dibin û got: “Dema şidet zêde bibin, îstismarkirina zarokan bê tespîtkirin divê îktîdar û hikûmet li hemberî vê tevdîran bigirin. Lê belê li cem me rewşeke berovajî vê yekê heye. Îktîdar, dewlet û hiqûq li hêla mêran û sûcdaran e. Ceza kêm dike û qanûnên heyî naxebitîne.” 
 
'XISANDINA KÎMYEWÎ Û DARVEKIRIN NE ÇARE YE’ 
 
Duzkan bal kişand ser nîqaşên darvekirin û xisandina kîmyewî û got: “Ev mijar mijara dixtor û hiqûqnasan e. Xisandina kîmyewî di heman demê de tiştekî ku vegera wê heye. Dema derman bê qutkirin bi xwe ji holê radibe. Xisandin arezûya zayendî ji holê radike. Lê çalakiyên bi vî rengî ne girêdayî arezûyên zayendî ne. Eger bibûna wê jinan jî bikirana. Arezûyên zayendî yên jinan jî hene. Jin jî bê partner dimînin an jî bi salan bi tenê dimînin. Lê tecawizî kesî nakin an jî tacizî zarokan nakin. Li wir meseleya serdestiyê heye ku şidetê ji bo xwe wekî mafdariyekê dibîne. Wisa difikirim ku bi vê ve girêdayî ye. Ne xisandina kîmyewî, ne jî darvekirin wê vê yekê ji holê raneke.” 
 
Duzkan daxuyaniya Serokomar Erdogan ku got divê nûçeyên îstismarkirina zarokan neyên çêkirin jî bi bîr xist û got: “Dema tecawizî jinekê tê kirin, kirasekî jê re dibînin dibêjin ‘cilên vekirî li xwe kiribû, filan derê wê li derve bû’. Lê ji bo îstismarkirina zarokan tu kirasekî nabînin. Aciziya ji ber vê yekê li holê ye.” 
 
‘HÊMAYÊN JINA LEŞKER NE MASÛMANE NE’ 
 
Duzkan destnîşan kir ku bi destpêkirina êrîşên li ser Efrînê re şer û mîlîtarîzm zêde bûye. Duzkan bi lêv kir ku di bultenên nûçeyan de ew leqayî hêmayên “jina leşker” tên, lê belê ev hêma bi tu awayî ne masûmane ne. Duzkan got: “Tu televîzyonê vedikî, ligel nûçeyan mirov tim leqayî rêzefîlmên ku mêr bi kincên leşkerî bi wêrektiya xwe pesnê xwe didin tê. Em baş dizanin ku ev yek bandorê zêde li mirovan dikin. Bi destê çapemeniyê tê lansekirin ku mirin û kuştin tiştekî baş e û wekî tişta herî baş ku mêr dike tê lansekirin. Yanî tiştekî felaket e. Çi kurd, çi ereb gelê Sûriyeyê bi salan e ji ber şer êşê dikişînin. Tu tiştekî ku van êşan zêdetir bike nayê qebûlkirin.”
 
'JIN DIXWAZIN RASTIYAN BIBÎNIN’ 
 
Duzkan, bi lêv kir ku jin dixwazin nûçe û çareseriyên der barê xwe de bibînin û ji bo JIN TV’yê jî ev tişt gotin: “Di warê jinan de dîmeneke ewqas bi şidet û reşbîn heye. Lê di heman demê de jî em dizanin ku yê jiyanê bi rê ve dibin jin in, yên hildiberînin jin in. Jin dixwazin çîrokên xwe yên serketinê jî bibînin. Dixwazim vê yekê li cihekî ku der barê jinan de nûçeyan diweşîne û çê dike bibînim.” Duzkan diyar kir ku jin dixwazin wêjeyeke azadîxwaz jî bibînin û eger derfet hebin dixwazin rêzefîlmên azadîxwaz û çîrokên jina bextewar jî bibînin. Duzkan got: “Li ser navê xwe bibêjim ez dixwazim muzîkjen, nivîskar û sînemagerên jin bibînim. Bi awayekî zêde rewşeke nexuyang heye. Kar û barên ku jin dikin nayên nîşandan.” 
 
'JIN TV JI BO JINAN QADEKE NÛ YE’ 
 
Duzakn ji bo JIN TV’yê serkeftin xwestin û herî dawî got: “JIN TV ji bo jinan û ji bo weşana jina qadeke nû ye. Bawer dikim ku ku gelek rojnamevanên feminîst jî amade ne ku destekê bidin wan.” 
 
MA / Necla Demir