Li Manîsayê jinan ji niha ve hineya Newrozê strand

  • jin
  • 09:27 17 Adar 2018
  • |
img

MANÎSA –Li Manîsayê jinên ku bi strandina hineya Newrozê amadekariyên pîrozbahiya Newrozê dikin, diyar kirin ku ew ê daxwaz bikin ku dawî li êrîşên li ser Efrînê bên. 

Wê li Manîsayê jî Newroz di 21’ê Adarê de bi dirûşmeya “Newroz Berxwedan E, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan E” li Cihê Bazarê ya Taxa Horozlû ya navçeya Yûnûs Emreyê bê pîrozkirin. Jinên ku amadekariyên Newrozê dikin, beriya pîrozbahiyê bi çend rojan kincên ku dê li xwe bikin diyar dikin û wê hineya Newrozê ku bi salan e tim distrên, li destê xwe û zarokên xwe bikin û berê xwe bidin qada Newrozê û berxwedana Efrînê silav bikin. 
 
'WÊ AGIRÊ NEWROZÊ EFRÎNÊ RONÎ BIKE’ 
 
Guvercîn Unal (55) bal kişand ser girîngiya Newrozê û anî ziman ku ji niha ve ew amadekariyên Newrozê dikin. Unal diyar kir ku ew li bendê ne ku dê Newroz bi awayekî girseyî bê pîrozkirin. Unal bi lêv kir ku ew ê bi kincên xwe yên gelêrî û tilîliyên xwe di refa herî pêş de cih bigirin. Unal destnîşan kir ku tevî hemû çewisandin û zextan jî ew ê Newrozê pîroz bikin û ew dixwazin li welatekî ku Dehaq lê tune ne bijîn. Unal, diyar kir ku niha gelê Efrînê tê qetilkirin û got: “Agirê Newrozê wê Efrînê ronî bike. Em li tu qadê şer naxwazin. Divê em agirê Newrozê bi awayekî gur vêxin ku, agirê îktîdaran bitefîne. Divê em bi moral û motîvasyoneke wisa biçin Newrozê. Berxwedana Kawayê Hesinkar wê li Efrînê reng vede.” 
 
‘ME HINEYA XWE STRAND’ 
 
Hediye Yildiz (60) ku 42 sal berê ji Mûşê berê xwe dan Manîsayê, destnîşan kir ku îktîdar bi çewisandin û zextan dixwaze mirovan hepsî malê bikeî lê belê tu carî zext û zorî nikaribûye yekîtiya kurdan xera bike. Yildiz bi lêv kir ku niha ew û cînarên xwe bi hev re amadekariyên pîrozbahiya Newrozê dikin û wan tevî zarokên xwe hineya Newrozê strandiye û li destên xwe kiriye. Yildiz destnîşan kir ku çiqas zext û zorî dibin bila bibin, lê qethiyen ew ê dev ji çanda xwe bernedin û got: “Li Efrînê nemaze jî li ser gelê kurd şerek tê meşandin. Ev şer bi salan e tê kirin. Dixwazin kurdan ji warên wan derxînin. Lê em ê destûra vê yekê nedin. Em wekî gelekî ku doza aştiyê dikin, em ê di Newrozê de daxwaz bikin ku demildest dawî li şerê li Efrînê bê.” 
 
Zubeyde Tarlabolen (47) jî diyar kir ku ew ê ji bo gelê Efrînê di Newrozê de li qadan bin. Tarlabolen bi lêv kir ku Newroz remza biharê û berxwedanê ye û got: “Ji Kawayê Hesinkar ve çandeke me ya berxwedanê heye.” Tarlabolen bal kişand ser şerê li Efrînê û got, di şer de tu kes bi ser nakeve. Tarlabolen domand: “Em kurd ne şer, tim û tim doza aştiyê dikin. Ne tenê li Efrînê me li tur welatî şer tesdîq nekiriye û nexwestiye. Em tim ehlê aştiyê û şert û mercên wekhev in. Aştî û yekîtî zirarê nade tu kesî. Zarokên dimirin dîsa yên min û cînarên min in. Rengê hêstiran tune ye. Em mirina zarokên xwe qebûl nakin. Em naxwazin keda me ya îktîdarê be. Em dixwazin biratiya gelan, keda jinan û rêza ji bo pêşerojê esas bê girtin.Reng, deng û bawerî çi dibe bila bibe em bang li hemû dayikan dikin ku bên qadên Newrozê.” 
 
‘EM DI NEWROZÊ DE BIBIN XELEKA AŞTIYÊ’ 
 
Hasret Çetîn (50) jî destnîşan kir ku her sal bê sebir li benda Newrozê ne û her sal ew ê gelê Manîsayê di pîrozbahiya Newrozê de tên gel hev. Çetîn diyar kir ku di Newrozê de hemû reng tên gel hev û got: “Di demên dawî de hewl didin rengên me biçilmisînin, lê bi ser nakevin. Li cihê ku çewisandin lê hebe gel bêtir bertekên xwe nîşan dide. Eger mirov tevî zarokên xwe qadan tije dikin, nexwe ev ji ber daxwaza wan a ji bo aştiyê ye. Her çi qas çewisandin hebin jî em ê Newrozê pîroz bikin. Em ne xeta ku pergal li me ferz dike, em biratiya gelan esas digirin. Di rojên wisa de divê em bêtir hevdu hemêz bikin. Nemaze jî em jin, dayik divê ji bo pêşeroja zarokên xwe ehlê aştiyê bikin. Li vî welatî tenê gelek najî. Ji her ziman, nîjad, netew û rengî mirov hene.” Çetîn bang li herkesî kir ku di Newrozê de bibin xeleka aştiyê. 
 
MA / Ayşe Surme