Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin

  • jin
  • 16:58 10 Tebax 2022
  • |
img
MÊRSÎN - Cezayên pereyan li jinên ku biryara betalkirina Peymana Stenbolê protesto kiribûn hatibû birîn. AYM cezayê hatiye birîn ji ber ku “mafê civîn û xwepêşandanan binpê dike” betal kir.
 
Ji 8 jinên ku Peymana Stenbolê ya ku bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan hatibû betalkirin protesto kiribûn, 128 hezar lire zêdetir cezayê pereyan li wan hatibû birîn. Jinan li ser vê yekê ji bo betalkirina ceza serlî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn. 
 
AYM'ê biryar da ku cezayên li jinan hatiye birîn "mafê civîn û xwepêşandanan binpê dike" û ceza betal kir. Dadgeha Cezayê Sûlhê li ser biryara AYM’ê binpêkirinê ji holê rakir û cezayê hatibû birîn betal kir.