Kurê 'rûspiyê' tecawizkar jî tecawizkar derket!

  • jin
  • 11:25 10 Tebax 2022
  • |
img

MÊRDÎN - Hattap D. ê kurê hikumxwarê Doza N.Ç. Şeyhdavut D. û pismamê xwe Hasan D. tecawizî jinekê dikin û ev jin ducanî dimîne. Dozgeriyê got, “delîl tune ye.” Di testa DNA’yê de bavê zarok ê biyolojik Hattap D. derket. 

Li Mêrdînê di nav de wezîfedarên dewletê ku wek leşker, karmend, cerdevan, keya û gelek kes hene 26 kesan, tecawizî N.Ç. a 13 salî hatibû kirin. Ji doza 26 kes tên darizandin, Şeyhdavut D. hikumxwarê dozê ye. Beriya niha bi demekê ev kes ji aliyê Qeymeqamê Dêrikê ve wek “rûspî” hatibû pêşwazîkirin. Piştî dîmenên Şeyhdavut D. ku wek “rûspî” hat pêşwazîkirin û ezimandin, li navçeyê bûyerek din a tecawizê ku bi salane ji aliyê her kesî ve tê zanîn lê belê kes pê naaxive derket holê. Faîlên vê bûyera tecawizê kî ne; Hattap D. ê kurê Şeyhdavut D. ye û pismamê xwe Hasan D. ne. 
 
Vê jina ciwan got, “ez dixwazim faîl bên darizandin” û xwe gihand Ajansa Mezopotamyayê. Jina ciwan behsa bûyerê kir û diyar kir ku ew di sala 2013’an de bi tecawiza du faîlan re rûbirû maye û xwest ev faîl bên cezakirin. 
 
TECAWIZ Û ŞANTAJ 
 
Jina ciwan dibêje dema bûyer qewimî ye ew 20 salî bûye û wiha dibêje, “Bûyer di meha adara sala 2013’an li navçeya Dêrikê qewimî. Jina bi navê Z. Ku cîrana me ye, gazî min kir ku bibim mêvanê wê. Pişt re Hattab D. û pismamê xwe Hasan D. hatin mala Z. Ez li wê malê bi tecawiza wan re rûbirû mam.” Vê jina ciwan tiştên hatine serê wê ji kesî re negotiye û her du tecawizkaran dîmenên wê girtine û bi weşandinê gef lê xwarine. Her çiqas ev her du tecawizkar dixwazin biçin cem wê jî lê ev jin daxwaza wan red dike. 
 
XWESTIN BI TECAWIZKAR RE BÊ ZEWICANDIN 
 
Jina ciwan piştî demekê bi malbata xwe re diçe Bûrsayê karkeriya çandiniyê dike û li vir nexweş dikeve. Wê dibin nexweşxaneyê derdikeve holê ku ducanî ye. Li ser vê yekê qala bûyerê ji xwişka xwe re dike. Malbatê piştî demekê bûyerê hîn bûn û bi bavê tecawizkar Şeyhdavut D. re hevdîtin kirin û xwestin yek ji wan faîlan û keça wan bên zewicandin. Jina ciwan daxwazê qebûl nekir û giliyê her du faîlan kir. 
 
LI STARGEHÊ WELIDΠ
 
Jina ciwan ji Bûrsayê venegeriyaye û ji wir çûye Stenbolê cem xizmên xwe bicih bû. Jina ciwan bi metirsiya ku dê tiştek bê serê wê di meha 5’emîn a ducaniya xwe de li Stenbolê diçe li stargehekê bicih dibe û li vir diwelide. Piştî welidandinê 6 mehên din jî li stargehê dimîne û piştî demekê bi yekî re dizewice. 
 
DOZGERIYÊ BIRYARA NEŞOPANDINÊ DAYE 
 
Di vê navberê de giliyê vê jinê ji aliyê Sedozgeriya Komarê ya Dêrikê ve bêyî nimûneya DNA’yê bigire bi hêceta “delîl tune ye” biryara neşopandinê dide û ser dosyeyê digire. Li ser vê yekê vê jina ciwan di sala 2014’an de serî li Dadgeha Malbatan a Stenbolê dide. Jina ciwan di daxwaznameya xwe de diyar dike ku 2 kesan wê desteserkiriye, tecawizê wê kiriye û di encama vê tecawizê de zarok jê re çêbûye û dixwaze DNA’ya zarok û û van kesên faîl ben rûbirûkirin. Serlêdan di hezîrana 2016’an de diqewime û hat diyarkirin ku bavê biyolojîk ê zarok Hattap D. ye.
 
DIXWAZE TECAWIZKAR BÊN CEZAKIRIN 
 
Piştî DNA bi encam bû jina ciwan dîsa giliyê wan kesan kir lê belê heta niha jî îfadeya wê nehatiye girtin. Jina ciwan xwest lêpirsîn bê destpêkirin û her du faîl bên cezakirin û wiha got: “Van her du kesan beriya min jî heman tişt anîne serê hin jinên din. Jinek din jî hebû xwestine tecawizî wê bikin, lê ew jin reviyaye û xwe xilas kiriye. Li Dêrikê dibe ku tecawizî hin kesên din jî kiribin lê kes dengê xwe dernaxe. Her tim înkar dikin. Ez dixwazim ev her du kes bên darizandin û ceza bidin wan.” 
 
MA / Ahmet Kanbal