Kişanak: Bi xwedî derketina vîna azad em dikarin şer rawestînin

  • jin
  • 10:55 13 Adar 2018
  • |
img
AMED - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, ji girtîgehê peyam şand û got: “Êrîşên li ser Efrînê bêhêz xistina vîna jina azad e. Ger em jin xwedî li vîna azad derbikevin , em ê karibin vî şerî rawestîn in.”
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gultan Kişanak ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê bi nameyekê pirsên ajansa me bersivandin.  Kişanak, diyar kir ku atmosfera di girtîgehê de mîna atmosfera derve ye û 8’ê Adara hemû jinan pîroz kir. Kişanak bal kişand ser pêkanînên OHAL’ê yên derve û wiha got: “Pêkanînên OHAL’ê yên li derve tên jiyîn, êdî bandora xwe li ser girtîgehan jî kiriye. Lê emê bi têkoşîna rêxistinbûyana jinan vê pêvajoyê derbas bikin.”
 
‘DIBE KU EWLEKARIYA HILBIJARTINÊ BÊ AVAKIRIN, GELO VÎNA HILBIJÊRAN DÊ BÊ QEBÛL KIRIN?’
 
Kişanak, anî ziman ku vîna bi milyonan mirov di girtîgehan de rehîn hatiye girtin û wiha bilêv kir: “Di pêvajoyek wiha de behsa ewlekariya hilbijartinê tê kirin. De em bêjin hemû partiyan mijara ewlekariya hilbijartinê derbas kirin. Gelo ewlekariya vîna gelekê dê hebe? Pirsgirêk ne ewlekariye, pirsgirêk desthilatdarî rêzê nade vîna gelekê. Vîna gel a di hilbijartinên herêmî de derket holê îro tasfiye kirin. Hilbijartinên 7’ê Hezîranê îptal kirin. Ên ku di 1’ê Mijdarê de hatin hilbijartin vê carê jî kirin girtîgehan. Hîna jî referanduman 16’ê Nîsanê biqusûre. Berî her tiştî divê vîna gel esas bigirin.”
 
‘DARIZANDINÊN TEXMÎNÎ MUHRA XWE LI VÊ SERDEMÊ XIST’
 
Kişanak, da zanîn ku êdî li Tirkiyeyê hiqûq nemaye û wiha domand: “Jin di darbeya 1980’iyan de bûn yek û li ber xwe dan. Jinên wê demê li dijî darbeyê serî netewandin, îro jî birînên xwe dipêçin û li dijî zarodariyê li ber xwe didin. Di dadgehên leşkerî yên di serdema darbeyê de jî, weke îro bêhiqûqû nehatin jiyîn.  Qet nebe wê serdemê şandeyên dadgehê hewl didin qanûnan pêk bînin. Lê niha em nikarin behsa darazeke adilane bikin”
 
Kişanak, destnîşan kir ku mirov berî ku derkevin pêşberî şandeyên dadgehan tên cezakirin û wiha pê de çû: “Derbarê girtiyên siyasî de, li her devera Tirkiyeyê doz hatine vekirin. Girtî li aliyekê ne, dozên wan li aliyekêne. Kesekê nabin dadgehan. Darizandineke texmînî bi deng û dîmenan derxistine holê. Di serdema darbeyê de, di bin çavan de kiryarên îşkence û înfazên bêdaraz, îro veguherîne cezayên texmînî.”
 
‘BI DEHAN JINÊN HATIN HILBIJARTIN DI GIRTÎGEHAN DENE’
 
Kişanak, di dewama nameya xwe de wiha got: “Ji serdema darbeyê zêdetir jin di girtîgehan dene. Di dema darbeyê de tenê du jinên endamên meclîsa şaredariyê di girtîgehan de bûn. Lê niha parlamenter, hevşaredar û û bi sedan hibijêrên jin di girtigehan dene. Di dema darbeyê de li girêdana bi rêxistinê digeriyan. Lê niha axaftineke siyasetmedarekê jî têrê dike ku bê girtin. Dibin navê terorê de li ser her tiştî digirin. Qanûn jî amade kirine. Li ser navê rêxistinê sûc kirin. Yanî tu girêdana te bi rêxistinekê re tunebe jî, li gorî dilê xwe dikarin mirovan ceza bikin.”
 
‘BI QEYÛMAN DIXWAZIN JINAN HEPSÊ MALÊ BIKIN’
 
Kişanak, bal kişand ser tayîn kirina qeyûman jî û wiha nirxand: “Bi tayîn kirina qayûmên şaredariyan herî zêde destketiyên jinan hedef girtin. Tayîn kirina qeyûman, astengkirina jinan e. Qeyûmên saziyên jinan girtin, berdewamiya polîtîkayên tesfiye kirina xebatên jinan ên siyasî û civakîne. Bi vê xwestin jinan hepse malê bikin. Hedefa sereke ya operasyonên siyasî têkoşîna azadiya jinê tekbirine. Di şexsê me de dixwazin vîna jinê bişkînin. Lê em li hûndir de li ber xwe didin. Ne mûmkine ku vîna me têk bibin û em ê vê yekê nîşanî hişmendiya sedest bikin.”
 
‘JIN DIKARIN ŞERÊ LI EFRINÊ RAWESTÎNIN’
 
Kişanak, di dawiya nameya xwe de behsa berxwedana Efrînê kir û wiha got: “Êrîşên li ser Efrînê bêhêz xistina vîna jina azade. Em jin, em ê bi têkoşîna xwe li dijî şer, mirin, talan, tecawîz, rûxandin, koçberî û tacîzan der bikevin. Em ê tim têkoşîna aştî, yekitî û bihevre jiyînê bidin. Ger li dijî hişmendiya desthilatdar a zilam, em têkoşîna birêxistinbûyînê nedin, em ê nekarin hişmendiya serdest paşve bibin. Em jin ger xwedî vîna azad derbikevin, em ê karibin vî şerê rawestîn in.”
 
MA / Cîhan Olmez