Jinên ji Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur bi jinên HDP'î û TJA'yî re hatin gelhev

  • jin
  • 15:09 2 Tîrmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Jinên ji Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur ku ji bo kongreya HDP'ê hatibûn vexwendin li Navenda Giştî ya HDP'ê bi jinên HDP'î û TJA'yî re hatin gelhev. 
 
Sekretera Giştî ya Partiya Kedkar a Cezayirê Louiza Hanoune, Endama Tevgera Hewldana Neteweyî ya Fîlîstînê Sheren Mohammed Abdullah Hilal, Endama Partiya Komunîst a Urdunê û Sekreta Giştî ya Rêxistina Jinên Ereb ên Urdunê Nawal Haddadin, Endama Partiya Demokratîk a Çep û Berdevka Bakurê Afrîkaya Bakur a Rojhilata Navîn DKY Khadija Ryadi, Seroka Yekîtiya Komîteyên Jinan a Fîlîstînê Able Saadet, Endama Koma Herêmî ya Jinan a NY'ê Seroka Mala Çavdêriyê ya Jinê ya Cezayîrê Şaiat Aljafari ku ji bo tev lî 5'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê bibin hatin Tirkiyeyê, li Navenda Giştî ya HDP'ê bi endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê, Maseya Rojhilata Navîn a HDP'ê û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) re civiyan. 
 
'TÊKOŞÎNA HEVPAR HEWCE YE'
 
Di civîna ku têkoşîna hevpar a jinên Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn hat axaftin de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, ev tişt gotin: "Kêmasiya herî kêm a jinên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn, Efrikayê dibe ku ji ber kêmasiya têkoşîneke hevpar a jinan be. Têkoşîna me ya nasnameyê girîng e lê belê têkoşîna hevpar a jinê jî hewce ye. Li her cihê em dijîn em bi êrişên sîstema desthildatdar rû bi rû dimînin."
 
Endama Partiya Demokratîk a Çep û Berdevka Bakurê Efrîkayê ya Rojhilata Navîn DKY Khadija Ryadi jî ev tişt anîn ziman: "Em li destkeftiyên we yên li Kurdistan û Tirkiyeyê dinêrin û esas digirin. Em girîngiyê didin mezinkirina têkoşîna jinê."