Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernavê ‘Mekan û Jin’ derket

  • jin
  • 10:38 1 Tîrmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 41’an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi manşeta “Weke berhemeke polîtîk mekan û jin” hate weşandin. 
 
Hejmara 41’an a Pêveka Jinê ya Rojnameya Yenî Yaşamê ku 15 rojan carekî dertê bi manşeta “Weke berhemeke polîtîk mekan û jin” hate weşandin. Di hejmara nû de weke helwesteke polîtîk bal kişandin ser zayendîkirina mekanan. 
 
Plansaza bajêr Bêrîvan Guneş bi nivîsa xwe ya "Mekan berhemeke polîtîk e" li ser TOKÎ’yê yên li Nisêbînê piştî qedexeya derketina derve hatine çêkirin zayenda bajêr û civakê şîrove kir. Fîgen Ektî jî di nivîsa xwe ya bi ser navê “Ji Zîgguratan heta niha têkiliya mekan û jinan” ve mijara mekan û jinê bi perspektîfa dîrokê vegotiye. Yuksel Mutlu jî di nivîsa xwe ya bi ser navê “Weke mekaneke zayendîkirî girtîgeh” de qala jinbûna li girtîgehê û jiyana jinan di şert û mercên girtîgehan de nivîsandiye. 
 
Hîcran Urun jî di nivîsa xwe ya bi ser navê “Doza Pinar Gultekîn û serdegirtina Bêzelê” de balê dikişîne ser parastina kujer Cemal Metîn Avci ku di demên berê de leşker bû û cînayeta xwe girêdayî vê dike. Urun, di nivîsê de radixe ber çavan bê ka şer ji bo qetilkirina jinan çawa weke sedemek tê destnîşankirin. Hulya Osmanagaoglû jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Li DYA’yê qedexeya kurtajê: Di demên berê de ev der bi giştî femînîzma burjuvayê bû” de qala qedexeya kurtajê ya li DYA’yê dike û Heval Arslan jî cînayetên li pey hev ên li Kampa Holê tên kirin û jinên DAIŞ’î nivîsand. 
 
Sernavên di hejmara dawî de cih digirin wiha ne:
 
Mekan berhemeke polîtîk e/Bêrîvan Guneş 
 
Ji Zîgguratan heta niha têkiliya mekan û jinan /Fîgen Ektî
 
Weke mekaneke zayendîkirî girtîgeh /Yuksel Genç
 
Li DYA’yê qedexeya kurtajê: Di demên berê de ev der bi giştî femînîzma burjuvayê bû /Hulya Osmanagaoglû
 
Doza Pinar Gultekîn û serdegirtina Bêzelê/Hîcran Urun
 
Li Dadgeha Bilind em kesên jiyana me dizîne didarizînin! / Latîfe Demîrcî Kahya
 
Kuştinên li Kampa Holê û baskê jinê yê Al-Hisb /Heval Arslan