Uca: Em şerê li ser Efrînê şermezar dikin

  • jin
  • 17:44 8 Adar 2018
  • |
img

AMED - Mîtînga 8'ê Adarê ya li Amedê bi tevlêbûna hezaran jin pêk hat bi Efrînê dest pê kir û bi Efrînê bi dawî bû. Parlamentera HDP'ê Feleknaz Uca, ji hemû girtiyan û Ocalan re slavên xwe şand û wiha got: "Em qadan terk nakin û em dê her dem govenda azadiyê geş bikin. Ji mere dibêjin qala Efrînê nekin. Em şerê li ser Efrînê şermezar dikin û em her em li dijî şer in."  

sMîtînga 8'ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanê ku di pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKAP) de bi tevlêbûna hezaran jin li Qada 5'ê Hezîranê (Îstasyon) pêk hat bi Efrînê dest pê kir û bi Efrînê bi dawî bû. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, diyar kir ku tevî hemû êrîşan jin ji têkoşînê tawîz nedane û her dem gotine “Em hebûn, em hene û em dê hebin" Uca, anî ziman ku ew dê bi sekna dayikan aştiyê bînin vî welatî û wiha got: "Dayik dê bi laçikên xwe yên sipî vî şerî rawestînin. Em ji vir ji hemû girtiyan û Birêz Ocalan re slavên xwe dişînin. Em qadan terk nakin û em dê her dem govenda azadiyê geş bikin. Ji mere dibêjin qala Efrînê nekin. Em şerê li ser Efrînê şermezar dikin û em her em li dijî şer in."  
 
Dema Uca Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan slav kir, girsê bi tilîlî û çepikan bersîv da Uca. 
 
Piştî axaftinê girsê bi dirûşme, çepik û tîlîyan slavên xwe ji Efrinê re şandin. Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.