Dengbêj Hediye: Dengbêjî serîhildana jinê ye

  • jin
  • 09:03 28 Çile 2022
  • |
img

EDENE - Hediye Alagaş ku dengbêjiyê wekî "dengbêjî, serîhildana jinê ye" pênase kir, got: "Jin, li hemberî êşên xwe, bi dengbêjiyê dengê xwe bilind dikin." 

Hediye Alagaş ku hem ji ber zext û zoriyên dewletê, hem jî ji ber meseleyên malbatî ji bêgavî terka warê xwe kiriye, bi kilaman bêrîkirina ji bo warê xwe ditebitîne. Eynî wekî dengbêj Meryem Xan, Eyşe Şan, Aslika Qadir û Sûsika Simo. 
 
 
HESRETA JI BO WELÊT
 
Dengbêj Hediye ku ji gundê Erkendî yê navçeya Berwarî ya Sêrtê ye, bilêv kir ku ji bêgavî terka bajarê xwe Sêrtê kiriye û li Edeneyê ji bo karibe li ser pêyan bisekine, li hemberî gelek zor û zehmetiyan li ber xwe daye. Dengbêj Hediye, diyar kir ku gava ewilî hatine Edeneyê di konan de mane û piştî wextekê ji xwe re xanî stendine. Dengbêj Hediye got: "Tu tişt wekî çûna ji warê xwe zehmetir tune ye. Em li warê xwe xwedî çewlik bûn, lê li van deran bûn karkerên xelkê. Ev, tiştekî pir zehmet e. Lê ya zehmetir, hesreta ji bo welêt e. Ji ber vê ez bûm dengbêj. Min li Edeneyê kilam çêkirin. Bêrîkirina ji bo welêt, bêrikirina ji bo axê berê min da dengbêjiyê. Ez wê hesreta ji bo warê xwe, bi kilaman ditebitînim. Hebikekî be jî kela xwe dirijînim." 
 
DENGBÊJÎ Û JIN
 
Dengbêj Hediye, destnîşan kir ku afirînerên sereke yên dengbêjiyê jin in û xwest pêşî li ber feraseta şaş a civakê bê girtin. Dengbêj Hediye, bilêv kir ku jin hem hestên şexsî hem jî yên civakî hîn bêtir watedar dikin û got: "Jin ji roja roj de li ser zarokên xwe yên kuştî, xwişk û birayên xwe, gelê xwe û warê xwe kilaman dibêjin û wateyekê li tiştên qewimîne bar dikin. Lewma dengbêjî karê jinê ye. Ji lew re jin êşê ji kûr de his dikin û ji kûr de wateyekê lê bar dikin."
 
Dengbêj Hediye, anî ziman ku di wextên ku herî zêde rolên zayendiya civakî beloq bûn de jî jinan bi kilaman hebûna xwe qewî kirine û bi taybetî di salên dawî de zêdebûna dengbêjên jin bûye cihê hêviyek mezin.  
 
GAVA DISTRÊ DIÇE ROJÊN BERÊ'
 
Dengbêj Hediye, ji bo têkiliya di navbera dengbêjiyê û bîra neteweyî ya kurdî de jî ev tişt destnîşan kirin: "Her cara ez distrêm, bûyerên li warê min çêbûne, zor û zehmtiyên li warê min rû dane, wan kuçeyên warê zarokatiya min tên bîra min. Ez bi vî awayî warê xwe yê lê çêbûme û mezin bûme tînim ber çavê xwe. Ev jî dibe bend li ber jibîrkirin. Heya sax bim jî wê ji bîra min neçin." 
 
‘DENGBÊJÎ SERÎHILDANA JINÊ YE'
 
Dengbêj Hediye, cardin destnîşan kir ku ya ku herî zêde û baş meseleyên jinê dibêje dengbêjî ye û dengbêjiyê bi vî awayî pênase kir: "Dengbêjî, serîhildana jinê ye." 
 
Dengbêj Hediye got: "Dîroka kurdan bi dengbêjiyê hatiye ragihandin. Jin, li hemberî êşên xwe, bi dengbêjiyê dengê xwe bilind dikin. Lewma kîjan jin dikaribe bila dengbêjiyê bike. Bila di nav civakê de bistrên. Ji bo dîroka xwe, çanda xwe ji bîr nekin bila bistrên. Dengbêjî ne tiştekî xirab e. Dengbêjî pirtûka kurdan e, ziman û çanda kurdan e. Banga min ji bo hemû jina ye; dengbêjiyê bikin." 
 
MA / Selman Guzelyuz - Hamdullah Yagiz Kesen