Yekemîn danişîna doza kujerê jina êzidî Rasho hat dîtin

  • jin
  • 15:17 27 Çile 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Serkan Ozgun ku jina êzidî Baran Hasan Rasho kuştibû, xwe bi "tehrîkê" parast û angaşt kir ku nexweşê şîzofrenê ye. Heyeta dadgehê biryar da ku telefona Rasho bê lêkolînkirin û danişînê taloq kir.
 
Di 6'ê tebaxa 2021'an de zilamê bi navê Serkan Ozgun jina êzidî Baran Hasan Rasho li tundê Ebşî yê navçeya Midyadê ya Mêrdînê kuştibû. Ji ber vê bûyer doz li Ozgun hatibû vekirin û hatibû girtin. Yekemîn danişîna doza Ozgun li  Dadgeha Cezaya Giran a Midyadê hat dîtin. Ozgun li danişînê amade bûn. Parêzerên aliyan, parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroya Mêrdînê, bavê Rasho Hasan Rasho Elî, parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca û Pero Dundar jî tevlî danişînê bûn û dozê şopandin. 
 
Di danişînê de kujer Ozgun parastina xwe kir û rexmî ku di danişînê de berovajiyê ku ew dibêje hatiye diyarkirin jî angaşt kir ku Rasho gef lê xwarine. Di berdewamê de jî Ozgun, angaşt kir ku şîzofren e û got ku hemû bi hemû ferdên malbata wî re nexweşiya şîzofreniyê heye. Parêzerên Rasho jî daxwaz kirin ku derbarê tenduristiya muwekîlê wan de rapor bê girtin. 
 
Parêzerên Rasho jî di danişînê de axivîn û xwestin ku bersûc Ozgun bi awayê herî giran bê cezakirin. 
 
Heyeta dadgehê, piştî parastinên ku hatin kirin biryar da ku telefona Rasho bê lêkolînkirin û danişînê taloqî 7'ê nîsanê kir.