Jin tên kuştin: Faîl xizmên wan in

  • jin
  • 12:33 26 Çile 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amedê jinek ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin. Li Enqerê jina ku hat gotin "întihar kiriye" derket holê ku hatiye kuştin. Li Mersînê jî êriş li zarokekê hat kirin. 
 
Tundiya li dijî jin û zarokan, ji ber polîtîkaya zayendperest her roja ku diçe zêdetir dibe. Li Amed û Enqerê 2 jin hatin kuştin. Li Mersînê jî zaroka 17 salî di encama êrişa lê hat kirin bi giranî birîndar bû. Faîl jî xizmên wan derketine. 
 
AMED 
 
Duh di saetên êvarê de li taxa Şeyh Şamîl a navçeya Rezan Amedê, jina bi navê Sultan T. (25) ji aliyê birayê xwe M.B.F. (20) hat kuştin. Piştî bûyerê M.B.F., çû navenda polisan û li xwe mikûr hat ku xûça xwe kuştiye. Piştî vê tîmenên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî îfadeyên wî yên li qereqolê tê payîn ku M.B.F. sewqî edliyeyê bê kirin. 
 
ENQERE 
 
Li, Enqerê jî Esmanûr Çakmak (18) ku hat angaştkirin dawî li jiyana xwe aniye, derket holê ku hatiye kuştin. Di 23'ê çileyê de Hamîde Çakmak li 112'an geriyaye û ragihandiye ku li mala wan a Mamakê keça w3e Esmanûır întihar kiriye. Timên tenduristiyê ku çûn malê tespît kirin ku Çakmak jiyana xwe ji dest daye. Polîsan, Bav Y Çakmak ku li dest û nigê wî şopên birînan hebûn û dayik Hamîde Çakmak ku îfadeyên bi nakok da binçav kirin. Hamîde Çakmak, di îfadeya xwe de diyar kir ku keça xwe kuştiye.  Hamîde Çakmak hat girtin û Y. Çakmak hat berdan. 
 
MERSÎN
 
Li navçeya Tarsûs a Mersînê jî zaroka bi navê S.Y. a 17 salî jî bi kêrê hat birîndarkirin. Faîlê ku S.Y. birîndar kir û bi amûra sûc re hat binçavkirin.