Tevî keça xwe ya 5 salî di Nobeda Edaletê de ye

  • jin
  • 09:22 26 Çile 2022
  • |
img

WAN - Semra Gumuşlu ku her roj tevî keça xwe ya 5 salî tevli Nobeda Edaletê dibe, got: "Divê her kes xwedî li vê nobedê derkeve. Ger em bibin yek dê edalet pêk bê." 

Li Wanê Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan hat destpêkirin, di roja 47'an de didome.
 
Ji çalakgerên Nobeda Edaletê ya Wanê Semra Gumuşlu, her roj tevî keça xwe ya 5 salî Rozayê diçe Baroya Wanê tevli Nobeda Edaletê dibe. 
 
HER ROJ TEVÎ KEÇA XWE YA 5 SALÎ TEVLI NOBEDÊ DIBE
 
Gumuşlu, anî ziman ku hevjînê wê Yaşar Gumuşlu (42) 5 sal in girtiye û nexweşîna ulsera mîdeyê ya pê re her diçe girnatir dibe. Gumuşlu, destnîşan kir ku piştî hevjînê wê tevli çalakiya greva birçîbûnê ya di 7'ê Mijdara 2018'an de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe hatibû destpêkirin, ji Girtîgeha Wanê ya Tîpa T'yê sewqî Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H'yê hatiye kirin û li vir bi zextine dijwar re rû bi rû maye. Gumuşlu, bilêv kir ku hevjînê wê 2 sal in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye û got: "Ulsera pê re pir giran bûye. Bi taybetî jî ji ber ku dermanên wî bi rêk û pêk nadinê, nexweşîna wî giran bûye. Her wiha nexweşîna pişikê û gurçikan jî pê re heye. Niha di hucreyê de ye. Em dixwazin ev îşkence bi dawî bibe." 
 
GAVA DU MEHÎ BÛYE BAVÊ WÊ HATIYE GIRTIN
 
Gumuşlu, diyar kir ku bi navê Elîşêr û Roza du zarokên wê hene û keça wê Roza ku her roj pê re tê Nobeda Edaletê bavê xwe nas nake. Gumuşlu, da zanîn ku gava hevjînê wê hatiye girtin keça wê 2 mehî bûye û got: "Hevjînê min, gava keça min 2 mehî bû û di nav pêçekê de bû ew dît. Paşê ji ber ku wî sirgûn kirin, min keça xwe tenê carekê biriye Erziromê. Kurê min Elîşêr jî 3 sal in bavê xwe nedîtiye. Ev yek ji bo zarokên min qet nebaş e. Bi taybetî jî ji bo Elîşêr. Bêdeng bûye û dibêje, 'Dê bavê min kengî bê, çima di girtîgehê de ye?' Hûn nikarin ji zarokan re bibêjin bavê we ji ber fikirên xwe hatiye girtin. Li dibistanê gava mamoste vê pirsê jê dike, dibêje 'Bavê min ji ber ku kurd e hatiye girtin.' Dewlet bedena wan mehkûm bike jî, lê nikare fikirên wan mehkûm bike. 2 sal in min hevjînê xwe nedîtiye. Zarokên min bêriya bavê xwe dikin, lê mixabin nikarim wan bibim." 
 
Gumuşlu, destnîşan kir ku ji ber hevjînê wê girtiye gelek zehmetiyê dikişîne û got: "Ne dê cihê bav digire, ne bav cihê dê digire. Carekê li hucreyê li hevjînê min xistin. Rêvebiriya girtîgehê gef lê xwaribû û gotibû, 'Em ê te bikujin, dê cenazeyê te ji vir derkeve.' Her wiha vê dawiyê jî gardiyan çûne cem hevjînê min û jê re gotine 'Yaşar, hefteya bê tu azad î.' Di warê derûnî de jî tahdeyê lê dikin. Em vê tahdeyê û vê helwestê qebûl nakin." 
 
EDALET
 
Gumuşlu ji bo Nobeta Edaletê jî got: "Em nobeda tiştekî nebûyî digirin. Lê çi dibe bila bibe em bikin ku pêk bê. Divê her kes xwedî li vê nobedê derkeve. Wê roj bê dê her kes bi bêedaletiya vî welatî re rû bi rû bimîne. Edalet ji bo her kesî hewce ye. Tenê ne ji bo girtiyan, ji bo kesên ji bo nan dikevin dorê jî hewce ye. Ev nobed ji bo her kesî firsendek e. Ger em bibin yek, teqez em ê vê edaletê pêk bînin. Êdî em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Bi rastî jî girtîgeh bûne malên cenazeyan. Divê tu kes vê yekê qebûl neke." 
 
MA / Dîndar Karataş