Jinan li pêşiya dadgehê bang kir: Mezinkirina têkoşînê soza me ya bo Denîzê ye

  • jin
  • 11:47 24 Çile 2022
  • |
img

ÎZMÎR - Platforma Jinan a Îzmîrê beriya doza Denîz Poyraz li pêşiya dadgehê bang kir. Jinan got ku heta kesên hedef nîşan dayîn û rê li ber qirkirinê vekirîn tên darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin. Jinan destnîşan kir ku dê li dijî kujeran serî netewînin. 

Kujer Onur Gencer di 17’ê Hezîrana 2021’an de êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kir. Di êrişê de Denîz Poyraz qetil kir. Danişîna 2’yemîn a doza Gencer dê li Dadgeha Cezayên Giran a 6’emîn a Bayrakliyê bê dîtin. Platforma Jinan a Îzmîrê beriya dozê li ber dadgehê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de jinan pankarta "Denîz Poyraz serhildana me ye. Em şopdarên dozê ne” vekirin. Her wiha jinan bênavber dirûşmên “Dê jin hesabê ji kujeran bipirsin”, “Em soz didin Denîzê ku dê aştî bê” û “Denîz Poyraz serhildana me ye” berz kirin. 
 
“KOMKUJÎ BI HEV RE KIRIN’
 
Di daxuyaniyê de li ser navê girseyê endama platformê Gunselî Kaya axivî û got ku Oner Gencer li ber çavê Walîtiya Îzmîrê, Emniyetê û li pêş çavên polîsên ku 24 saetan li ber avahiya partiyê nobed digirtin ev komkujî kiriye. Kaya axaftina xwe wiha domand: “Piştî komkujiyê polîsan ji kujer re got ‘navê te çi ye kekê.’ Bi vî awayî hat pêşwazîkirin. Gencer beriya komkujiyê gelek caran li derdorê keşf kiriye, di dîrokên cuda de 27 caran li Emniyeta Îzmîrê geriya ye, li polîgonê perwerdeya çekan dîtî ye û derket holê ku li Sûriyeyê hatiye perwerdekirin. Lê dîsa jî nehat vekolandin bê ka Gencer li emniyetê bi kê re hevdîtin kiriye. Hewl didin têkiliyên wî yên bi SADAT’ê re jî veşêrin.” 
 
Kaya di berdewamê de bal kişand ser liv û tevgera Gencer a di danişîna ewil de û ev tişt anî ziman: “Di danişînê de pir rehet bû û cendirmeyan ew diparast. Lê belê heman cendirme û polîsan di ketina eywanê de hewl didan parêzer û beşdaran asteng bikin. Êrişa wan a li dijî dayik û xwîşka Denîz baş nîşanî me dide bê ka Gencer hêza xwe ji ku digire.” 
 
‘DÊ TÊKOŞÎN BIDOME’
 
Herî dawî jî Kaya wiha got: “Têkoşîna me dê bidome. Bêguman em dixwazin ku Onur Gencer bi cezayekî herî mezin bê cezakirin. Lê ev bi têrî nake. Heta ku ew kesên rê li ber vê qetlîamê vekirîn, yên hedef nîşan dayîn, yên li eywanên dadgehê hêzê didin wan neyên darizandin, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Çi dikin bila bikin lê divê baş bizanin ku em ê yek gavekî ji têkoşîna xwe paşde neavêjin. Ji bo parastina hev, em ê li dijî faşîzm û tundiya mêr/dewletê mil bidin milên hev. Ava kirina welatê aştî, azadî û wekheviyê xeyala Denîz bû. Em soz a bi cih anîna vê xeyalê didin. Weke ku dayika Fehîme jî anî ziman; ‘Denîzek diçe li şûna wê hezar Denîz tên.’ Em ê li dijî we tu caran serî netewînin.”