Platforma Jinan a Semsurê: Jin nayên parastin

  • jin
  • 16:15 22 Çile 2022
  • |
img
SEMSÛR - Platforma Jinan a Semsûrê bal kişand ser kuştinên jinan û wiha got: “Hemû jinên hatine qetilkirin ji ber polîtîkayên ku Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284’ê pêk neanîne di nava me de nînin.”
 
Platforma Jinan a Semsûrê ji bo balê bikişine ser qetilkirina Canan Işik û hemşire Omur Erez û qetilkirina jinan li avahiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Semsûrê civîna çapemeniyê li dar xist. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî jî piştgirî dan civînê. Jinan li eywanê pankarta “Li her derê cînayetên jinan hene, jinên tên kuştin serhildana me ne” daliqandin. Di civîna ku kesên tevlîbûyî kurdeleyên reş bi singê xwe ve kirin de li ser navê platformê Suphan Denîz Dogan axivî. 
 
QANÛNÊN NAYÊN PÊKANÎN
 
Dogan, bal kişand ku êrişên ser jinan û kedkarên tenduristiyê her ku diçin zêde dibin û wiha got: “Em bi pandemiya tundiyê re rûbirû ne. Li vî welatî jin nayên parastin. Omur Erez û Canan Işik jî di nav de hemû jinên hatine qetilkirin ji ber polîtîkayên ku Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284’ê pêk neanîne di nava me de nînin.”
 
‘EM JI BER MAFÊN XWE LI KOLANAN E’
 
Dogan, destnîşan kir ku divê zêdetir maf, destkeftî û têkoşîna jinan xwedî were derkeftin û wiha got: “Em ji bo xwedî li mafên xwe derkevin li kolanan e. Em di serî de Erez û Işik ji bo hemû jinên hatine kuştin serî hildidin. Ji bo ku kesekî din kêm nebe em ê li kolanan bin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin” û “Cînayetên jinan li her derê ne” bi dawî bû.