Zîrveya Jinê ya Edalet û Wekheviyê encama civînê aşkere kir

  • jin
  • 16:34 21 Sibat 2018
  • |
img

STENBOL - Koordînasyona Zîrveya Jinê ya Edalet û Wekheviyê danezana civîna “Zîrveya Jinê ya Edalet û Wekheviyê" aşkere kir. Di danezanê de diyar kirin ku pêwiste wezareta jinê bê avakirin. Dîsa xwestin ji bo jin li herêmê hêza rêxistina xwe mezin û xurt bikin, hêjmara meclîsên jinan zêde bibe û çalakiyên wan zêde bibin.

Koordînasyona Zîrveya Jinê ya Edalet û Wekheviyê, encamnameya civîna “Zîrveya Jinê ya Edalet û Wekheviyê" ya 2017'an ku nûnerên gelek saziyên jinan beşdar bûbûn bi raya giştî re parve kir. Di danezanê de diyar kirin ku pêwiste wezareta jinê bê avakirin. Dîsa xwestin ji bo jin li herêmê hêza rêxistina xwe mezin û xurt bikin, hêjmara meclîsên jinan zêde bibe û çalakiyên wan zêde bibin. Encamnameya civînê wiha ye: 
 
BENDEWARIYÊN JI VÎNA SIYASΠ
 
* Divê welatiyên xwedî ziman, zayend, bawerî û fikrên siyasî yên cuda xwedî heman firsend bûn. Divê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî ku îmze kirine tev bigere. 
 
* Divê zimanê dijminantiyê û nifrînê ku li ser jinan pêş dixe û tundiyê bi dawî bike.
 
* Divê zimanê hevpar ê li dijî wêdekirin, cudakarî û şer, zimanê hevpar, aştî û hezkirinê bê avakirin. 
 
* Divê OHAL a rê li pêş tundiyê vedike bi lez bê rakirin. 
 
* Divê zagona Rêlipêşîgirtina Tundiya li ser Jinê û Parastina Malbatan a hêjmar 6284'an bi lez têxin meriyetê. 
 
* Divê dest ji polîtîkayên malbatiyên dewletî berdin. Divê Wezareta Jinê ya wekheviya zayendiya civakî esas digire bê avakirin. 
 
* Divê polîtîka û pêkanînên li dijî tundî, cudakariya zayendiya civakî bên pêşxistin. 
 
* Di rêveberiyên herêmî de divê navendên koordînasyonê yên bi rêxistinên demokratîk re diyalogê xurt dikin bên avakirin. 
 
* Divê wezareta Karên Hundir kadro bide Yekîneya Koordînasyona Rêxistina Civakên Sivîl. Divê ji bo wan butçe bê diyar kirin. Ji bo komeleya jinan û LGBTÎ'yan kota bê diyar kirin. 
 
* Divê wekheviya zayendî tev li mufredata perwerdehiya neteweyî bikin. Divê ji mufredatê peyvên ‘îtaata mêr, îbadet e" bi lez bê derxistin. 
 
* Divê peywirdarên ku temasa wan bi jin, zarok û endamên LGBTÎ re heye, perwerdehiya zayendiya civakî bibînin. 
 
* Divê modela pergala aboriyê ya li ser esasê wekheviya zayendiya civaki bê avakirin. Divê xizmeta nerînê ku li pêş keda jine asteng e, ji aliyê rêveberiyên herêmî û navendî ve bê rastkirin. Divê piştgiriyê bidin aboriya nerînê. 
 
* Ji bo wekheviya zayendîya civakê bê parastin, rêveberiyên herêmî û navendî butçeya taybet veqetinin. Divê li ser esasê zayendiya civaki butçe bê diyar kirin. 
 
* Divê rê li pêş qeyda nifûsê ya ser daxuyaniyê bê girtin. 
 
BENDEWARIYÊN JI DARAZÊ 
 
* Divê li dijî feraseta baviksalarî wekheviyê esas bigire. 
 
* Di darazê de li qadên ku biryaren zayendî tên dayîn, divê di bin çavdêriya Lijneya Hekîm û dozgeran de mekanizmaya çavdêriyê bê avakirin. 
Di mufredata Akademiya Edaletê de dersên li ser wekheviya zayendiya civakî lê bên zêdekirin. 
 
* Divê di mekanizmayên biryarê de hêjmara jinê bê zêdiktirin û ji bo vê yekê ev yek di milê hiqûqî de têxin bin mîsogeriyê. 
 
* Ji bo jin bêtir tev li siyasetê bibin divê rê  û derfet li pêş wan bê vekirin. 
 
* Ji bo ku jin li herêmê xwe bi rêxistin û hêz bikin divê li herêmî hêjmara meclîsan bên vekirin û zêdekirin.
 
* Divê partiyên muxalif mahra muftîtîyê bibin Qanuna Bingehîn 
 
* Ji bo ciwanan divê ziman û modelek nû ya siyasetê bê avakirin. 
 
* Divê ji agahî û tecrûbeyên rêxistinên jinan ên 30 salin kom kirine sûdê bigirin. 
 
BENDEWARIYÊN JI RÊXISTINÊN CIVAKΠ
 
* Divê rêxistinên sîwan bên avakirin. 
 
* Divê bi nivîskî, dîtbarî û medya dijital li hemû platforman û partiyên siyasî û setroran kampanya wekheviya zayendiya civaki bê avakirin. 
 
* Divê aktîvîst û rêxistinên jinan li hev kom bibin û modela rêxistinbûnê ava bikin û bi hevre pirsgirêkan çareser bikin.b 
 
* divê qadeên sivîl bên zêdekirin. 
 
* Divê zîrveya Jinê ya Edalet û Wekheviyê her sal kom bibe û Wekheviya Zayendiya Civakî xebatê pêş bixin. 
 
Koordinasyon ji bo amadekariyên Adarê û daxwazên xwe dê di 26'ê Sibatê saet di 14.00 û 18.00'an de li Odela The Marmarayê civînê pek bîne.b