TJA girtina Ayla Akat şermezar kir

  • jin
  • 15:10 21 Sibat 2018
  • |
img

AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA), girtina Aktîvîsta TJA Ayla Akat Ata şermezar kir û got: “Bi hinceta axaftineke di sala 2015’an de kirî, Ata girtin. Rewşa feraseta siyasî ketî navê, dijminantiya jin û demokrasiyê ye.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê girtîna Aktîvîsta TJA û parlamentera berê Ayla Akat Ata de daxuyaniyek nivîskî weşand. TJA di daxuyaniya xwe de wiha got: “Balkêşe ku operasyonên girtin û binçavkirinê yên li dijî beşên civakê pir zêde bûye. Bi pêvajoya OHAL’ê re êrîşên hikûmeta AKP-MHP ên li ser aktîvîstên jin, hêzên demokratîk, rêxistinên maf û kedê bê navber zêde bûne. Dixwazin azadiya jinê û azadiya gelan bi pêkanînên faşîzane binpê bikin. Dê bi berxwedan û yekîtiya jin û hêzên demokratîk hemû êrîş bê encam bimîn in.”  
 
TJA, bal kişand ser nêzbûna roja 8’ê Adarê û wiha pê de çû: “Li gelek bajarên kurdan û herêmên Tirkiyeyê di arîfeya 8’ê Adarê de jinên aktîvîst û siyasetmedar hatin binçavkirin û girtin. Her dawî jî Aktîvîsta TJA û Parlamentera HDP’ê ya Êlihê ya berê Ayla Akat Ata ku di têkopîna azadiya jinê de gelek keda wê heye, bi hinceta axaftineke di 2015’an de kirî, bi awayekê bê hiqûq hatin girtin. Ev girtina hevala xwe şermezar dikin.” 
 
TJA di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Rewşa feraseta desthilatdariya siyasî ketî navê, dijminantiya jin û demokrasiyê ye. Di şexsê Ayle Akat Ata de em dixwazin ku demildest hemû jin û aktivîstên jin bên berdan. Em vê êrîşa li dijî têkoşîn, maf û aktîvîstên jinan  şermezar dikin û qebûl nakin.”