Platforma Jinan a Axtamara hat avakirin

  • jin
  • 14:39 21 Sibat 2018
  • |
img

WAN - Jinên Platforma Jinan a Axtamara ya Wanê îlan kirin, peyama “Ji bo em destkeftiyên xwe biparêzin, mezin bikin û bikin malê civakê em bi hevrene” dan. 

Jinên Wanî, bi daxuyaniyekê avakirina Platforma Jinên Axtamara ya Wanê îlan kirin. Jinan li Şaxa KESK’ê ya Wanê daxuyanî da. Li ser navê jinan Seher Kadîroglu Ataş daxuyanî da û got dengê jinan dengê jiyanê ye. 
 
‘FERASETA ZAYENDPEREST ÊRÎŞAN XWEDÎ DIKE’ 
 
Ataş, di dewama  axaftina xwe de wiha got: “Ev demek dirêje mafê jin û zarokan tên winda kirin. Jin bi tundî û êrîşên dijwar re rû bi rûne. Di sala 2017’an de 409 jin û zarokên keç hatin kuştin, 332 rastî êrîşên zayên dîhatin û 387 zarok jî rastî îstîsmarên zayêndî hatin. Zêdebûna hejmaran ji ber nêzîkatiyên baviksalariyê ne.”
 
'NIRXÊN ME QEZENC KIRIN EM Ê BIPARÊZIN’
 
Ataş, da zanîn ku ew bi bawerî, biryardarî parazvanên nirxên ava kirine û wiha bi dawî kir: “Em dest bidin hev destkeftiyên xwe biparêzin, mezin bikin û bikin malê civakê. Ji bo em van destkeftiyên xwe bidin jiyîn emê li her qadê aştiyê biparêzin û vê helwesta xwe berdewam bikin.”