Berktay: Krîza mêrantiyê heye

  • jin
  • 09:27 20 Sibat 2018
  • |
img

STENBOL - Prof. Dr. Fatmagul Berktay, bal kişand ser zêdebûna şideta li ser jinê û got ku ev girêdayê "kêmbûna mêraniyê" ye û bi wê ve girêdayî "krîza mêrantiyê" derketiye pêş û ev tişt got: "Kar ketiye ser milê me, divê jin têkoşîneke bi zanebûn bimeşînin."

 
Têgeha "çanda tecawizê" di salên dawî de ket lîteratura me û her ku diçe bi mînakên tacîz û êrîşa zayendî ya li dijî jinê re tê pênasekirin. Êrîşên ku pêk tên ne tenê li dijî jinan, bandorê li ser zarokan jî dike. Sedemên vê çi ne û çi têkiliya desthilatdariyê bi rolên zayenda civakê re heye, me ji Prof. Dr. Fatmagul Berktay pirsî.
 
'HÊZA XWE LI SER JINÊ DIDE NÎŞAN’
 
Berktay destnîşan kir ku şideta ku zêde bûye û ji ber nêzikatiyê kevneşopiya zilamê serdest derdikeve holê, têkiliya wê bi desthilatdariyê re heye û ev tişt got: "Pispora fîzîkî yê têkoşîna polîtîk jin e. Lê pelçiqandina jinê ew qas kûr bûye, encamên polîtîk û civakî yên ku saziyên birdoziyê derxistine holê, wekî tiştekî xwezayî be dide nîşan. Pergala serdest her dem hêza xwe li ser bedena jinê dide nîşan, mafê kurtaj, kontrol, zewacê di xwe de dibîne"
 
Berktay aşkera kir ku wekî li gelek deverên cîhanê, li Tirkiyeyê jî jin li gorî mêran di jêr de nine û hêzeka mêr û jinê wekî hev nadin nîşan û bi vê re mêr her dem serdest tê dîtin û wiha axivî: "Mêr wekî dergevanê namûsê didin nîşan. Dema em di warê wekheviya zayendî de li hin welatan mêze dikin, di vê der barê de hin zanyariya hişî bi pêş ketiye; lê tişta girîng di warê vîna siyasî de hin tiştên cidî derketine holê. Lê Tirkiyeyê di vî warî de ne wekî van welatan e. Li welatê me hema di her qadê de jin bi şidetê re rû bi rû ne." Berktay diyar kir ku di demên dawî de kuştinên jinan herî zêde mêrên perwerdekirî jinê qetil dike û wiha pê de çû: "Yanî wekî ku berê digotin ji bajarna dûr li herêmên bejahî kuştin zêde derdikevin pêş, di civakên bê perwerde de kuştinên jinan zêde ne, an jî herêma Rojhilat, di nava kurdan de 'ne bi awayekî fîlî, li bajarên mezin û cihê perwerde zêde li pêş jî kuştin derdikevin holê."
 
'EM PAŞVE DIÇIN’
 
Berktay da zanîn ku dema li Tirkiyeyê newekheviya zayendî derdikeve pêş, ew wekî civak bi paşve diçin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo newekhevî ji holê rabe xebat nayê kirin. Ji bo ev ne wekhevî ji holê rabe, divê jin bi hêz bibin. Heke hûn jinê bi hêz nekin û wan wekî mirovên di bin parastina mêr de bidin nîşan, dê pêşî li şidetê neyê girtin. Ji ber ku emanet di însafa wî de ye û her kêlî dikare ji 'emanet' re xiyanetêbike."
 
HEVKARIYA MÊR Û DEWLETÊ
 
Berktay got ku sedema zêdebûna şidetê girêdayê "kêmbûna mêraniyê" û bi wê ve girêdayî "krîza mêraniyê" a derketiye holê ye û der barê vê krîza derketiya holê de jî ev tişt got: "Wekî di civaka me de jî tê dîtin, di navbera mêr û jinê de yê bi rêve dibe û ya ku tê bi rêvebirin, her dem bi pesindayînê mêr tê werimandin û hêza wî derdikeve pêş. Ji ber wê hişmendiya ku bedena jinê di nava malbatê û civakê de têxin kontrolê derdikeve holê. Di vir de dewleta serdest a otorîter û malbata ku di bin destê mêr de mil didin hev. Sedemên şideta li dijî jinê wekî 'bê îtîatiyê' didin nîşan." Berktay da zanîn ku bê kariya di nava civakê de jî şideta li dijî jinê zêde dike û wiha got: "Mêrên muhtacî xebata hevjînên xwe ne, zêdetir serî li şidetê didin. Jinên ku di her warî de serxwebûna xwe ya aborî bi dest xistine, zaynar bûn û serî li veqetandinê didin, dixwazin jiyana xwe bi xwe ava bikin, şideta mêr li dijî wan zêdetir dibe."
 
‘KAR GIRÊDAYÊ TÊKOŞÎNA JINÊ YE’
 
Berktay derbirî ku di demên dawî de bê hesab îstismara li dijî zarokan û di ensestê de zêde bûn heye û wiha dewma kir: "Ev girêdayê hişmendiya mêr e û jin û zarokan wekî milkê xwe dibîne. Ev tiştana her dem hebûn; lê serdestiya mêr wekî ku tolê hilde tev digere. Di demên dawî de ev pir bi zelalî derketiye holê. Ji bo wê jî kar hemû dikeve ser milê jinan û divê jin têkoşîna xwe xurt bikin û li dijî hemû êrîşan bi hêz bibin."
 
MA / Necla Demir