Jin ji bo mîtîngê ji Wanê bi rê ketin

  • jin
  • 08:59 16 Cotmeh 2021
  • |
img
WAN - Ji Wanê gelek jin ji bo tevlî mîtînga li Qada Îstasyonê ya Amedê bibin, bi rê ketin. 
 
Gelek jin ji bo tevlî mîtînga ku Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi dirûşmeya “Ji nijadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, dem dema azadiya jinê ye” îro li Qada Îstasyonê ya Amedê li dar dixin, bibin, ji Wanê bi rê ketin.
 
Li Wanê gelek jin hatin cem hev û bi otobusan ber bi Amedê ve ketin rê. Jinan beriya ku bi rê bikevin bi stranên xwe govend gerandin. 
 
Jin bi dirûşmeya  “Jin jiyan azadî” li otobûsan siwar bûn.