Mîtînga Amedê: Em ê bersiveke mezin bidin feraseta dagirker û tecawizker

  • jin
  • 09:08 14 Cotmeh 2021
  • |
img
WAN - Aktivîstên TJA'yê ji bo mîtînga ku dê bi dirûşmeya "Ji nijadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, dem dema azadiya jinê ye" li Amedê bê lidarxistin, bang kirin û gotin: "Em ê bersiveke mezin bidin feraseta dagirker, taciz û tecawizê." 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 16'ê Cotmehê de li dijî "qirkirina jinan" bi dirûşmeya "Ji nijadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, dem dema azadiya jinê ye" li Qada Stasyonê ya Amedê mîtîngekê li dar bixin. Xebatên ji bo mîtîngê didomin. 
 
Li Wanê aktivîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê li navenda bajêr derî bi derî digerin û jinan vedixwînin mîtîngê. Jinên ku ji serê sibehê li taxan dest bi xebatê dikin heya 9'ê êvarî dixebitin û di çarçoveya van xebatan de bi taybetî bi jinên ciwan re sohbet dikin û behsa girîngiya rêxistinbûyîna jinan jî dikin. Aktivîstên TJA'yê diyar kirin ku li dijî zextên li ser jinan têkoşîneke hevpar divê û lewma hewl didin ku pêşî li ber polîtîkayên şer ên taybet, nijadperestî û zayendperestiyê bigirin.
 
PARADÎGMAYA OCALAN
 
Aktivîsta TJA'yê Şaziye Dûman, diyar kir ku gava belavokan belav dikin, ji niha de kelecanî dibin. Dûman ku got "Dem dema azadiya jinê ye", bilêv kir ku azadiya hemû gelan bi azadiya jinan pêkan e. Dûman got: "Di serî de ji bo Peymana Stenbolê û bi giştî jî ji bo tevahiya destkeftiên jinan, dê jin dakevin qadan û biqîrin. Ya pêşengiya vê bike jî dê jinên kurd bin. Paradîgmayeke Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye. Jina kurd bi hêz û feraseta vê paradîgmayê têdikoşe." 
 
BANGAWAZÎ
 
Dûman, destnîşan kir ku ew jinên wanî dê di 16'ê Cotmehê de li Amedê bin û got: "Em jin gava bên cem hev du, em ê bersiveke mezin bidin feraseta dagirker, taciz û tecawizê. Dê keda jinê ya tê xwarin, di mîtînga Amedê de careke din bê teşhîrkirin. Em yeqîn dikin ku em ê bi ser bikevin. Em ê li wir bilêv bikin ku tu jin ne bi tenê ye." 
 
Dûman, da zanîn ku dê roja înê saet di dehê şevê da bi otobusên ku dê ji ber avahiya HDP'a Wanê rabin biçin Amedê û bang li hemû jinên Wanî kir ji bo mîtînga Amedê.