Li wargeha KYK’ê li xwe kirina pîjemayan ji bo jinan hat qedexekirin

  • jin
  • 15:39 13 Cotmeh 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Li Wargeha Cîhannuma ya KYK’ê, li derveyî odeyê li xwe kirina şort û pîjemayan ji bo jinan hat qedexekirin. 
 
Li Lijneya Wargehên Kredî (KYK) ya Cîhannuma ya Îzmîrê, bi hêceta “ne ehlakî ye” li xwe kirina şort û pîjemayan ji bo jinan hat qedexekirin. Xwendekaran diyar kir ku qedexe ji bo baxçeyê wargehê û xwaringehê derbasdar e, têkildarî mijarê gelek caran bi rayedarên wargehê re hevdîtin kirine lê tu encam bi dest nexistine. 
 
‘EM QEBÛL NAKIN’
 
Pîrebokên Kampûsê, têkildarî mijarê li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal, bertek nîşanî qedexeyê dan û ev peyam parve kirin: “Em cihekarî û ehlakperestiya li qadên me yên jiyanê û li wargehan li me tê ferzkirin qebûl nakin. Hûn nikarin tevlî cilên me bibin! Em wargehên wekhev û ewle dixwazin!”