Serokê AKP'ê destdirêjî li jinekê kir

  • jin
  • 15:20 13 Cotmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di nivîsandinên Whatsappê yên piştî belgeyên TUGVA'yê hatin weşandin de derket holê ku Nacî Bîlîcî yê AKP'î jineke li kar geriyaye taciz kiriye. 
 
Nîqaşa ku piştî belavkirina belgeyên ku rojnameger Metîn Cihan li ser Twîtterê belav kirin û angaşt kir ku Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA) di tayînkirinên cemaweriyê de bertîlê kiriye dest pê kiribû, berdewam dike. Di hin belgeyên ku derketin holê de derket holê ku Serokê AKP’ê yê Navçeya Geverê Nacî Bîlîcî destdirêjî li jineke ku li kar geriyaye kiriye. 
 
Kesekî ku tê angaştkirin ji TUGVA'yê veqetiyaye bi rêya medyaya sanal belge û nivîsên saziyeke nêzî AKP'ê ji Cihan re şandine. Yek ji van peyaman de tê dîtin ku Serokê AKP’î Nacî Bîlîcî dest dirêjî li jineke ku ji xwe re li kar geriyaye kiriye. 
 
Nivîsên ku tên gotin ên Bîlîcî ne li ser twîtterê ji aliyê gelek kesan ve hatin parvekirin. Li ser van parvekirinan Bîlîcî hesabê xwe girt.