Di hilbijartina Iraqê de 97 jin ketin parlamentoyê

  • jin
  • 12:12 13 Cotmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN- Encamên dawî yên hilbijartinên Iraqê, wê piştî 20 rojan werin eşkere kirin. Lê, li gorî tespîtên ewil 97 jin mafê ketina parlamentoyê qezenc kirin. 
 
Li Iraqê, di 10’ê Cotmehê de, ji sedî 41'ê hilbijêr çûne ser sindoqan û dengê xwe dan. Piştî sala 2003’yan, yekemîn car hilbijartina pêşwest hat lidarxistin. Rêjeya tevlîbûna hilbijartinê pir kêm bû. Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê, daxuya kirin ku ewê piştî 20 rojan endamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê eşkere bike. 
 
97 JIN HATIN HILBIJARTIN
 
Lê, li gorî tespîtên ewil ên Sekreteriya Giştî ya Desteya Wezîran a Iraqê, di hilbijartinan de 97 jinan serkeftin bi dest xistin û mafê ketina parlamentoyê qezenc kirin. Di daxuyaniya Sekreteriya Giştî ya Desteya Wezîran de, wiha hat gotin: “Jinên iraqî, ji kotaya ji bo wan hatibû diyarkirin bi zêdebûna 14 kûrsiyan, 97 kursî qezenc kirin.” 
 
JI HERÊMA FEDERE 24 JIN KETIN PARLAMENTOYÊ
 
Ji 97 jinên ketin parlamentoyê, 24 jê jin li Herêma Federe ya Kurdistanê hatin hilbijartin. Li bajarên weke Hewlêr Silêmaniyê û Dihokê 17, li Mûsil, Kerkuk û Xaneqînê jî 7 jin ji bo parlamentoyê hatin hilbijartin. 
 
Li gorî daneyên pêşîn ên Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê, li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê, di hilbijartinê de, partiyên Kurd bi giştî 61 kûrsî qezenc kirine. Ji 32 parlementerên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 10, ji 15 parlamenterên Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) 9, ji 9 parlamenterên Tevgera Nivşê Nû 5 parlamenterên jin, ji bo parlamentoyê hatin hilbijartin. 12 ji jinên ku ji bajarên Herêma Federe ya Kurdistanê hatin hilbijartin, bi dengên ku bêyî kotayê standin ketin meclîsê. 5 jin jî, kota bikaranîn û mafê ketina parlamentoyê bi dest xistin.
 
2 JINÊN KAKEYÎ KETIN PARLAMENTOYÊ
 
Di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de, yekemîn car 2 jinên Kurd ên Kakeyî mafê ketina parlamentoyê bi dest xistin û serketin. Namzeta PDK’ê Necwe Hamîd Kakeyî, li herêma 2’yemîn a Kerkukê 10 hezar û 19 deng girtin û namzeta Tifaqa Kurdistanê (YNK-Goran) Ehlam Remezan jî li Nînovayê 4 hezar û 910 deng girtin û mafê ketina parlamentoyê qezenc kirin.