Piştgirî dan Nîhal Yalçin: Êrişa li dijî nasnemaya jin û kurdbûnê ye

  • jin
  • 10:15 13 Cotmeh 2021
  • |
img

STENBOL - Hunermendan, bertek nîşanî daxuyaniyên Tamer Karadaglî ku bi gotinên neteweperest Nîhal Yalçin hedef nîşan da bû, dan û gotin: “Ev helwesta Karadagli, êrişa li dijî jin, siyaset û nasnameya Kurd e.”

 
Di Mihrîcana Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê de, hunermend Nîhal Yalçin, xelata “Lîstikvana Jin a Herî Baş” girti bû. Di dema xelat girtinê de Yalçin derketibû ser dikê û axivî. Di vê kêliyê deTamer Karadagli yê li pişt wê rawestiya bû, bi mîmîkên xwe, mêzekirina saeta xwe, helwesta xwe ya teng bûye û ji bo xelat dayînê axaftina Yalçin a di nivî de birîbû, rastî bertekên mezin hatin.   
 
Yalçin a axaftina wê hat birîn, li Karadagli zivirî û wiha bersiv da: “Te got bêdeng be? Hûn dibêjin êdî bêdeng be?” Karadagli yê li ser hesabên medya dijîtal rastî gelek bertekan hat, beşdarî bernameyekê televîzyonê bibû û gotibû: “Gotiye ‘ji Selahattîn Demîrtaş re azadî.’ Xanimê Demîrtaş ê gotiye ‘Em ê peykerê Ocalan rakin' diparêze. Pervîn Bûldan ew jî xwedî wê derdikevin.” Karadagli bi van gotinên xwe Yalçin û kesên piştgirî da bûn Yalçin hedef nîşan dan. 
 
Hunermendên piştgirî dan Nîhal Yalçin, ev helwest û nêzîkatiya Tamer Karadagli weke êrişa li dijî jin, siyaset û nasnameya Kurd dîtin û nirxandin. 
 
KÛRAL: ÊRIŞÎ NASNAMEYÊ KIRIN E
 
Hunermend Julîde Kûral, diyar kir ku nayê qebûlkirin ku Yalçin ji ber nasnameya xwe ya etnîkî û jin bibe hedefa Karadagli. Kûral, helweta Karadagli weke “Refleksa klasîk a baviksalarî” binav kir û wiha got: “Bawer bikin ku Karadagli li dijî hûnermendek zilam heman helwestê nîşan nade. Ji ber ku jineke hunermend xelat girt, zilamtiya xwe ya acizbûyî derxist holê. Bi salane, feraseta serdest a zilam a li ser jinan dewam dike. Wê şevê Karadagli jî bi helwest û mîmîkên xwe, ev yek cardin danî holê. Helwesta ku wê şevê Karadagli nîşan da, êrişa li dijî nasnameya jinan, nasnameya siyasî û kurdewar bû. Ev yekê jî bi ‘Welat-Netew-Sakarya’dikin. Ez difikirim ku piraniya civakê ev mêrantiya fêrbûyî û bextreş, dîtiye. Ez jî bi awayên cuda rastî van nêzîkatiyên wiha hatim. Guhertina vê pêkane. Em hunermendên ku cuda difikirin, divê em bi hevre têkoşîna xwe ya li dijî cudakariyan bidin.” 
 
LAÇÎN: BENDBENDIYÊ PÊŞ DIXE
 
Hunermend Berna Laçîn jî, anî ziman ku ew tu wateyê nade, gotina Yalçin a"Peymana Stenbolê dide jiyîn” weke nêzîkatiyek polîtîk bê nirxandin û wiha axivî: “Yalçin tenê ji bo pirsgirêka jinê hevokek got. Bi rastî jî ez, fêm nakim ku çima ev mijar, wiha hat nirxnadin. Ya ku divê em li vir bipirsin, çima rojev bi taybetî bi xalên din ve tê girêdan? Bi israr bi vî awayî bendbendî tê pêşxistin. Di nava civakê de û li ser meyda civakî, çanda lînçê tê birêve birin. Ev vediguhere pirsgirêkek dewleta kûr. Ji ber vê yekê rewşa ku em tê de ne, yan tîmek A ye, yan jî karekê cîdî ya şîzofrenî ye. Ango jinek di merasîma xelatê de, xelat werdigre, lê zilamek tehemûlê vê yekê nake. Nayê fêhmkirin ku mijarek siyasî ya ku tu carî li ser dikê nayê axaftin, çima were rojevê û bi neteweperestiyê ve were girêdan. Bi gotineke din, hem nasnameya wê ya jinê hedef e û hem jî parastina fikra ku ew dipejirîne hedef e.” 
 
SÛAVÎ: BANDORA HÊZA DESTHILATÊ YE
 
Hunermend Suavî jî, helwest û daxuyaniyên Karadagli rexen kir û wiha axivî: “Tamer ne bi tenê ye û ne jî ew ê tenê bimîne. Dema ku ev mantiqê wî ji holê rabe, wê jin û zarok bi civakê re azad bibin. Tamer tenê nîşaneya hêza bi pergalî ya zilamê serdest e. Rêya têkoşîna li dijî vê hişmendiyê, yekbûn û bi hev re ye.” 
 
MA/ Esra Solîn Dal