Jinên Ciwan ‘Seferberiya Xemrî’ vediguhêzin 8’ê Adarê

  • jin
  • 10:39 25 Sibat 2021
  • |
img
AMED - Jinên Ciwan ên HDP’î, diyar kirin ku ew nabin ‘jina maqûl’ a ku desthilat dixwaze biafirîne û hemû jin vexwandin çalakiya 8’ê Adarê ku wê fînala kampanyaya “Niha ber bi seferberiya xemrî ve” pêk bînin.
 
Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê fînala kampanyaya “Niha ber bi seferberiya xemrî ve” ku li dijî tundiya mêr û dewletê di 8’ê kanûnê de starta wê dabû, di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bikin. Jinên ciwan di çarçoveya kampanyayê de gund bi gund bajar bi bajar li dijî polîtîkayên desthilatê yên li ser jinan, taciz-tecawiz, pişaftin, tundiya li ser jinê atolye û çalakî li li dar xistin. Jinên ciwan niha jî amadekariyên ku 8’ê Adarê bi coş pêşwazî bikin dikin.
 
‘CIWAN SERÎ RADIKIN’
 
Endama Meclîsa Ciwanan Kezban Kûday, derbarê kampanyaya ku bi rê ve dibin de agahî dan û wiha axivî: “Em gund bi gund bajar bi bajar bi jinan re hatin gel hev û li her derê jî bi coş hatin pêşwazî kirin.” Kûday, bal kişand ser gef, sixurtî û desteserkirina ciwanan û wiha got: “Êrîşî ciwanan dikin ji ber ku ciwan serî radikin. Li gel hemû zextan jî ciwan pêşdetir diçin. Li gel girtinan jî hejmara me zêde dibe.”
 
‘EM BIGIHIN AZADIYA XWE’
 
Kuday, qala komkujiya jinan jî kir û wiha berdewam kir: “Sedemê komkujiya jinan polîtîkayên bê cezatiyê ne. Em di çarçoveya kampanyayê de li dijî komkujiyên jinan xebatên girîng bi rêve dibin. Bila kes xwe tenê ne hesibîne. Îro bi hezaran jin, dibin dengê jinên tundî lê hatiye kirin û hatiye tacîz û tecawizkirin. Bi hilweşandina faşîzmê, em bigihin azadiya xwe.”
 
FÎNAL DI 8’Ê ADARÊ DE YE
 
Kûday, da zanîn ku di çarçoveya kampanyaya xwe de wê di 5’ê Adarê de şahiyekê li dar bixin û li gel vê wê li gelek bajaran pîrozbahiyan pêk bînin. Kûday, diyar kir ku wê mîtinga di 8’ê Adarê de pêk bînin bibe fînal û hemû jin vexwendin mitîngê.
 
‘EM NABIN JINA MAQÛL’
 
Ji jinên ciwan Tekoşîn Tekînê jî destnîşan kir ku ew nabin ‘jina maqûl’ a desthilat dixwaze biafirîne û wiha got: “Desthilat dixwaze jinên ciwan di îmalatxaneyên ku dixwaze çêbike de derbas bike. Em îro bi rewşên ku jin divê çawa be, çawa bijî, vekirina dibistanên zewicînê re rûbirû ne. Di demekî ku tundiya li dijî jinê, taciz û tecawiz ewqas zêdebûyî de desthilat çareseriya van wergirtina jinan a di bin hîmaya xwe de dibîne. Em weke ciwanên HDP’ê nabin ‘jina maqûl’ a desthilat dixwaze biafirîne û em ê li dijî derketina xwe ya vê yekê bidomînin."
 
MA / Eylem Akdag