'Em ji gotinên Zengînê fam dikin ku çima cinayet naqedin'

  • jin
  • 09:04 25 Sibat 2021
  • |
img

AMED - Aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn, bertek nîşanî gotinên Ozlem Zengîn a AKP'î ya derbarê lêgerîna tazî de da û got: "Gava em gotinên wê jinikê dibihîzin, em baş fam dikin ku çima cinayetên jinan naqedin." 

Kampanyaya "Em xwe diparêzin" a Tevgera Jinên Azad (TJA) ku li dijî tecrîd, qirkirina siyasî, taciz, tecawiz û êrîşên li ser zimanê zikmakî û baweriyan hatibû destpêkirin, 5 meh li dû xwe hiştin. Aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn, bal kişand ser xebatên kampanyayê û amadekariyên ji bo 8'ê Adarê. 
 
'TAHDEYÊ ZÊDE DIKIN' 
 
Bîlgîn, destnîşan kir ku di serdemeke ku pêdiviya jinan bi parastinê heye de kampanya dane destpêkirin. Bîlgîn, bilêv kir ku gotinên Parlementera AKP'ê Ozlem Zengînê yên derbarê lêgerîna tazî de gotinine saw in û got: "Gotinên Zengînê yên derbarê lêgerîna tazî û dayikên girtî de saw in. Gotinên Wezîrê Karê Navxweyî jî wisa ne. Bi vî awayî tahdeyê zêdetir dikin." 
 
'ZIMANÊ WAN QIRKIRINÊ ZÊDETIR DIKE' 
 
Bîlgîn, bilêv kir ku zimanê dewletê bandorê li civakê dike û bal kişand ser nîqaşên derbarê lêgerînên tazî de: "Wekî ku tiştekî rewa be radigihînin. Gotinên Ozlem Zengînê balkêş in. Gava em çav bi zimanê vê jinikê dikevin, bi awayekî aşkere em dibînin ku bê çima cinayetên jinan naqedin. Zimanê wan, qirkirina cinsî zêdetir dike. Kî vî zimanî bi kar bîne, berpirsiyarê xwîna jina ye. Tiliya wan di wê xwînê de heye. Têgiha namûs, ehlaqê çi bû, we kir çi? Hûn van pênaseyan li gor çi dikin?" 
 
'BERPIRSIYAR ÎQTIDAR E' 
 
Bîlgîn, destnîşan kir ku qanûn pêşî li ber kuştina jinan nagirin û got: "Heger qanûnên dewletê nikaribin pêşî li ber van cinayetan bigirin, nexwe ev qirkirineke cinsî ye Qirkirina cinsî ya piştgiriya wê tê kirin, di warê aborî û civakî de jiyanê li jinan teng dike. Her diçe xirabî zêdetir xwe birêxistin dike. Ciwan, ji ber ku li zanîngehan qeyûman naxwazin, wekî terorîst tên îlankirin. Gava rêxistineke jinan, nerazîbûna xwe ya li hemberî cinayetan nîşan dide, wekî bêhelaq tê pênasekirin. Dewletek çawa ku li hemberî welatiyên xwe werê xedar be! Heya ku hiqûq neşixule, tekane berpirsiyarê tahdeyê ê îqtidar be." 
 
Bîlgîn, bilêv kir ku di vî warî de ji bo jin karibin xwe biparêzin tevdigerin û got: "Li dijî vê xirabiya rêxistinkirî tekane tişta bê kirin xweparastin e. Kes divê li hemberî tahdeya li ser ziman, çand û tahdeyên din xwe biparêze. Êdî jin li her qadê li dijî mêrê rabûye pêdarê, mêrê di bloga faşîst a AKP-MHP'ê de xwe diparêze." 
 
Bîlgîn, bilêv kir ku di çaçroveya çalakiyên 8'ê Adarê de gelek hevdîtin pêk anîne û li gund û bajaran û ew jinan li hev kom bûne û nîqaş kirine. 
 
'8'Ê ADARÊ JI BO JINÊN KURD GIRÎNGTIR E' 
 
Bîlgîn, bal kişand ser 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî û got: "Em tevgera jinên kurd hem ji ber nasnameya xwe ya neteweyî hem jî ji ber nasnameya xwe ya jinê bi gelek tahde û zextan re rû bi rû dimînin û ji bo em li ber vê rabin em bi awayekîd orfireh têdikoşin. 8'ê Adarê ji bo me girîngtir e, ji lew ra me ji bo mafên xwe yên aborî û siyasî bedêl dan. Em hatin kuştin, em bi salan di girtîgehan de man, bedenên me şilfîtazî hatin teşhîrkirin û em bi lêgerînên tazî re rû bi rû man. Her wiha em bi qirkirinekê re jî rû bi rû ne. 8'ê Adarê nêz dibe, lê belê niha li grtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê hene li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan. Gaziya me ji bo hemû derdorên muxalif e, em 8'ê Adarê bi coşeke mezin pêşwazî bikin û li dijî rejîma çewsîner û bloka faşîst a AKP-MHP'ê têkoşîna xwe bidin der." 
 
MA / Eylem Akdag