Li Hezex û Cizîrê TJA'yê jin vexwend starta 8’ê Adarê

  • jin
  • 16:47 24 Sibat 2021
  • |
img
ŞIRNEX- Li navçeyên Hezex û Cizîrê TJA'yê jin vexwend starta ku wê ji bo 8'ê Adarê bê dayîn. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeyên Hezex û Cizîrê yên Şirnexê, jinan vexwend starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan Cîhanê ku wê li Hezexê bê dayîn. Li Hezexê, bi tevlîbûna Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, jinan serdana tekstîlên Îdîl, Şivan, Asmîn kir û qurnefîl û  belavokên "Li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîtê azadiyê" li xebatkarên jin belav kirin. 
 
Her wiha li navçeya Cizîrê bi heman armancê jinan serdana taxa Cudî kir û bi belavokan ji jinan xwestin tevlî starta 8'ê Adarê bibin.