Banga tevlîbûna 8’ê Adarê

  • jin
  • 16:05 24 Sibat 2021
  • |
img
SÊRT - Aktivîstên TJA’yê ku li Sêrtê ya starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê lê bê dayîn bi jinan re hatin gel hev û banga tevlîbûna çalakiyê kirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), wê bi dirûşmeya “Li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar pêşwazî bike. Wê TJA, starta 8’ê Adarê di 26’ê sibatê de li navçeya Hezexê ya Şirnexê û Sêrtê bi lidarxistina hin çalakiyan bide. Aktivîstên TJA’yê beriya çalakiya ku li avahiya HDP'ê ya bajêr de bê kirin, li taxên Sêrtê bi jinan re hatin gel hev, sohbet kirin û banga tevlîbûna çalakiyê kir