Ji Platforma Jinan a Enqereyê banga 8’ê Adarê

  • jin
  • 15:30 24 Sibat 2021
  • |
img
ENQERE - Platforma Jinan a Enqereyê, li dijî cihekarî, xizanî, tundiya dewlet û zilam jinan vexwend mezinkirina têkoşînê û bang li wan kir ku di 8'ê Adarê de li Qada Sakaryayê bên gel hev.
 
Platforma Jinan a Enqereyê, têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de li ser navê platformê Esma Çaglak axivî. Çaglak, ji bo li dijî kesên dixwazin jiyana wan bidizin bibêjin “em li vir in” hemû jinan ji bo çalakiya ku wê di 8’ê Adarê de saet di 14.30’an de bê lidarxistin vexwend Qada Sakaryayê. Çaglak, diyar kir ku di encama polîtîkayên desthilatê yên dijminatiya jinan de her roj herî kêm mafê 3 jinan ê jiyanê ji destê wan tê wergirtin û pirsa “Dema jin tên qetilkirin, AKP çi dike?” kir.
 
BANGA DERKETINA KOLANAN
 
Çaglak, bang kir ku jin hemû li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan û hemû êrîşan di 8’ê Adarê de derkevin qadan û wiha got: “Me jinan hemû destkeftiyên xwe bi têkoşîneke mezin bi dest xistin. Ji bo em zêdetir qezenç bikin em ê têbikoşin. Em ê Peymana Stenbolê bidin sepandin. Em ê nehêlin ku piştevaniya jinê bê darizandin û dawiyê li kuştina jinan bînin. Em ê cîhaneke jin lê azad û wekhev bijîn ava bikin. Di her qada jiyanê de, li dijî cihekarî, xizanî, tundiya dewlet û zilamî em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em bang li jinan hemûyan dikin ku 8’ê Adarê bi coş û serhildana xwe pêşwazî bikin. Em ê di 8’ê Adarê de di 14.30’an de li Qada Sakaryayê kom bibin.”