Rojeva Jinan 8’ê Adarê ye

  • jin
  • 10:47 24 Sibat 2021
  • |
img

STENBOL - Parêzera femînîst Dîren Cevahîr Şen, diyar kir ku li seranserî cîhanê tenê roja cihekarî li jinan nayê kirin 8’ê Adarê ye. Parêzer Nagehan Avçîl jî da zanîn ku pergala civaka demokratîk bi têkoşîna jinan ve têkildar e.

Weke her sal îsal jî di rojeva jinên ku amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin de li dijî tundiya zilam xweparastin heye. Jinên ku li dijî qirqirina zayendî têdikoşin, wê careke din di 8’ê Adarê de li qadan daxwazên xwe yên wekhevî û azadiyê qîr bikin.
 
Parêzerên femînîst Nagehan Avçîl û Dîren Cevahîr Şen, di serî de tundiya fîzîkî, dêrûnî û aborî li dijî hemû cureyên tundiyan qala girîngiya xwe parastinê kirin û ji bo mafê wan jinan vexwendin qadan.
 
AZADIYA CIVAKÊ
 
Avçîl, diyar kir ku di civakeke serweriya zilam tê de hakim, mafê xweparastinê yê jinan paşguh tê kirin û wiha got: “Di jiyana civakî de li dijî ferzkirina her cure hişmendiya zilam mafê xweparastinê yê jinê heye. Azadiya civakê, di azadiya jinê de derbas dibe. Civakeke ku jin tê de azad nebe mirov nikarê behsa mafê çandî, aborî û siyasî bike. Ji ber wê yekê pergaleke civakî ya demokratîk, bi têkoşîna hebûna mafên jinan a hemû qadan re raste rast têkildar e.”
 
‘DIVÊ HER ROJ TÊKOŞÎN BÊ BILINDKIRIN’
 
Avçîl, anî ziman ku desthilat Peymana Stenbolê ji niqaşan re vedike û wiha axivî:  “Desthilat armanç dike ku jin ji aliyê hiqûqî bê parastin bimînin. Têkçûna hişmendiya zilam a di her qadê de ji têkoşînê re derbas dibe. Em nasnameya ku pergala serweriya zilam li jinan ferz dike nas nakin. Li dijî her cure tundiya li ser jinan divê her roj têkoşîn bê bilindkirin.
 
‘PIŞTEVANÎ DIDE JIYÎN’
 
Parêzer Dîren Cevahîr Şen jî da zanîn ku xweparastin ne tenê ji bo jinan ji bo hemû zindewaran pêwiste, rewa ye û wiha got: “Jineke ku êrîş lê bê kirin, mecbûre xwe bi parêze. Berovajiyê vê dê bimire.” Şen, bi bîr xist ku jinên xwe di parêzin re dadgeh cezayê girtîgehê didin û wiha axivî: “Ji jinan re dibêjin ku ‘an serî bi tewîne an jî em ê te bigirin.’ Ji ber vê yekê divê jin di vê mijarê de jî piştevaniya hev bikin. Jin tên kuştin, tacîz dikin û tecawiz kirin. Heta ku piştevanî nebe defkirina êrîşên li ser bedena jinan zehmet e. Ji ber ku piştevanî dide jiyîn.” Şen, hemû jinên ji bo mafê xwe têdikoşin vexwandin qadên 8’ê Adarê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tenê tişta ku jinan azad bike piştevaniye. Li seranserî cîhanê tenê roja ku jin tên ba hev û cihekarî lê neyê kirin 8’ê Adarê ye. Em li cudatiyên xwe xwe derkevin û piştevaniyê mezin bikin.”