Avakirina civakeke demokratîk bi têkoşîna jinê pêkan e

  • jin
  • 09:02 24 Sibat 2021
  • |
img

STENBOL - Parêzerên feminîst anîn ziman ku avakirina civakeke demokratîk, girêdayî hemû mafên jina ye û bang li jinan kirin ku ji bo mafên xwe dakevin qadan. 

Di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, di rojeva jinan de li dijî tahdeyê xweparastin heye. Parêzerên feminîst Nagehan Avçîl û Dîren Cevahîr Şen, careke din li dijî tahdeyê bal kişandin ser girîngiya xweparastinê û bang li jinan kirin ku ji bo mafên xwe dakevin kolanan. 
 
AZADIYA CIVAKÊ 
 
Avçîl got: "Li dijî hemû ferasetên mêrî yên li jinan tên ferzkirin, mafê jina yê xweparastinê heye. Azadiya civakê, bi azadiya jinê pêkan e. Gava jin ne azad be, ne mimkun e ku mirov behsa mafên siyasî, aborî û çandî bike. Lewma pergala civakeke demokratîk, rasterast têkildarî têkoşîna hebûnê ya mafên jina ye." 
 
CIVAKA DEMOKRATÎK 
 
Avçîl, bal kişand ser Peymana Stenbolê jî ku îqtidarê ew daye ber nîqaşan. Avçîl, bilêv kir ku îqtidar dixwaze jinan bê parastin bihêle û got: "Ji bo ku feraseta mêrî li her derî têk bişikê, têkoşîn divê. Lewma têkoşîna jinan, dê civaka demokratîk jî ava bike." Avçîl, anî ziman ku dê jin li hemû qadan bin û got: "Em formulasyona pergala mêrî ya ku li me ferz dike nas nakin. Li dijî tahdeya fizîkî, derûnî, aborî û civakî bilindkirina têkoşînê divê." 
 
‘WEKÎ DIN TU RÊ TUNE YE' 
 
Parêzer Dîren Cevahîr Şen jî anî ziman ku xweparastin tenê ne ji bo jinan, ji bo hemû candaran divê û mafekî rewa ye. Şen got: "Gava jinek bi êrîşê re rû bi rû bimîne, li ber wê ji xeynî xwedîderketina li jiyana xwe wekî din tu rê tune ye. Ya na yê bimire." 
 
PIŞTEVANÎ
 
Şen, destnîşan kir ku dadgeh mafên xweparastinê yên jinan esas nagirin û jinên xweparastinê dikin tên cezakirin. Şen, bilêv kir ku bi vî awayî tê xwestin ku jin serî bitewînin û got: "Îjar çawa ku di gelek destkeftiyan de jin bi piştevaniyî tevgeriyan, divê di vî warî de jî bi piştevaniyî tevbigerin. Jin tên kuştin. Jin tên tacizkirin, tn tecawizkirin. Bêyî piştevaniya jinê, zehmet e ku em êrîşên li ser bedena xwe berteref bikin. Ji lewra piştevanî jiyan e." 
 
Şen, bang li hemû jinan kir ku di 8'ê Adarê de dakevin qadan.