Jinên sendîkayî wê di 8'ê Adarê de dest bi têkoşîneke nû bikin

  • jin
  • 09:02 24 Sibat 2021
  • |
img

ENQERE - Jinên sendîkayî anîn ziman ku dê li dijî xebateke bêewle dest bi têkeşîneke nû bikin û di 8'ê Adarê de bi dirûşmeya "Gotina me heye, hêza me heye ji bo guherandinê" têkoşîna xwe ya nû bidin destpêkirin. 

Jin, wê îsal di şert û mercên pandemiyê de 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşwazî dikin. Jinên sendîkayî anîn ziman ku dê li dijî xebateke bêewle dest bi têkeşîneke nû bikin û wê di 8'ê Adarê de bi dirûşmeya "Gotina me heye, hêza me heye ji bo guherandinê" têkoşîna xwe ya nû bidin destpêkirin. 
 
Ê DI 8'Ê ADARÊ DE DEST PÊ BIKIN 
 
Sekretera Jin a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Gulîstan a Atasoy, anî ziman ku di dema pandemiyê de derket holê ku derbarê pêşerojê de tu weadeke pergala kapîtalîst ji bo jinan û civakê tune ye. Atasoy, destnîşan kir ku newekheviyên heyî hemû di vê pêvajoyê de kûrtir bûne û got: "A rast pirsgirêkên ku di dema pandemiyê de rû dan, pirsgirêkn pergalê bixwe ne." 
 
Atasoy, bilêv kir ku li rêyên cud yên serketine geriyane. Atasoy, anî ziman ku hem sermayeyê hem jî dewletên kapîtalîst di bin navê xebateke nerm de kedxwarî kûrtir kirine û wan jî li dijî vê xeteke têkoşînê ya nû ava kiriye û ew ê bi vê têkoşînê 8'ê Adarê pêşwazî bikin. Atasoy got: "Em, sendîkayeke rêxistinbûyî ne. Xebata nerm, ji bo me heqedestek kêmtir û di heman demê de bêrêxistinbûyîn e. Xebateke hîn bêtir e. Lê belê em jin, dixwazin li dijî van tiştan di pozîsyoneke biewle de hebin. Em dixwazin vê yekê di 8'ê Adarê de bidin destpêkirin." 
 
HÊZ Û GUHERÎN 
 
Atasoy, destnîşan kir ku dê bi dirûşmeya "Gotina me heye, hêza me heye ji bo guherandinê" dakevin qadên 8'ê Adarê û got: "Dirûşmeyeke me ya xwedî îdia heye li dijî kesên ku dixwazin me bitepisînin. Dirûşmeya me, banga ji bo rêxistinbûyînê ye. Li dijî kedxwariyê, hêza jinê ye. Jinan nîşan da ku îqtidarê çawa gav paş de avêtiye. Em bi vê îdiayê ji bo 8'ê Adarê bang li jinan dikin û bi vê dirûşmeyê pêşwazî dikin. Em baş dizanin, heger em bi hev re bin, em ê karibin rewşa heyî biguherînin. Em ê karibin bi hev re jiyaneke wekhev û azad ava bikin. Lewma em li benda hemû jinan e ku di 8'ê Adarê de dakevin qadan." 
 
KEDKARÊN PERWERDEHIYÊ 
 
Sekretera Jin a Navenda Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) Sîmge Yardim jî, destnîşan kir ku newekheviya cinsî ya civakiyî her diçe kûrtir dibe û got: "Em kedkarên perwerdehiyê jî di vê pêvajoyê de, di bin navê xebateke nerm û ji dûra ve, hîn bêtir bi vê newekheviya zayendî re rû bi rû man. Xebata nerm û bêewle ji zû de di rojeva hikûmetê de ye û ev yek her tim wekî mizgîniyekê berpêşî jinan kirin. Lê belê me her tim bilêv kir ku ev ne mizgînî ye û me îtirazên xwe anîn ziman. Jixwe pêvajoya pandemiyê jî nîşan da ku bê îtirazên me çi qas mafdar in. Lewma li dijî vê em xeteke têkoşînê diafirînin. Em ê tim bibêjin ku xebata nerme ne mizgîniyek e, berevajî newekheviya cinsî ya civakiyî kûrtir dike." 
 
TÊKOŞÎN 
 
Yardim, destnîşan kir ku pêdivî bi xeteke berxwedanê ya nû heye û got: "8'ê Adara îsal, ji bo me jinan, sembola berxwedana jinan, sembola têkoşîna azadiyê ya jina ne. Nexasim me di pêvajoya pandemiyê de dît ku tahde zêde bûye, Peymana Stenbolê cardin ketiye ber nîqaşan, qeyûm hatine tayinkirin, stargehên jinan hatine girtin û rojê 3 jin tên kuştin. Li seranserê cîhanê, jin li dijî dewleta serdest a mêrî, têdikoşe. Di vî warî de 8'ê Adarê pir girîng e. Em ê di 8'ê Adarê de bi heman hêza berxwedan û têkoşînê, bi dirûşmeya "Gotina me heye, hêza me heye ji bo guherandinê" dakevin qadan." 
 
KEDKARÊN TENDURISTIYÊ 
 
Sekretera Jin a Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Gonul Adibellî, bal kişand ser rewşa kedkarên tenduristiyê û got: "Pêvajoya pandemiyê ji bo kedkarên tenduristiyê, pêvajoyeke neamnê bû. Lê dîsa jî em bi kelecan in û xwedî wî ruhî ne. Ji lewra bêdengî, tepisandin û qebûlkirin di fitrata jinan de tune ye. Lewma ê kedkarên tenduristiyê tu carî dev ji gotina xwe û têkoşîna xwe bernedin." 
 
HÊZA BERXWEDANÊ 
 
Adibelî, anî ziman ku ji bo 8'ê Adarê dest bi amadekariyan kirine û vê rojê wekî hêza berxwedanê bi nav kir. Adibellî got: "Em jî di dema pandemî, krîz û tahdeyê de jî hêviya xwe hîn bêtir xurt dikin û di her şert û mercî de em bi ruhê berxwedanê yekîtiya jinan veguhêzînin qadan." 
 
DEMA RABÛNÊ YE 
 
Endama Komîsyona Jinan a Enqereyê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Nevîn Kiziloz jî destnîşan kir ku jinên karker herî zêde di qadên karî de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Kiziloz, diyar kir ku nexasim di vê serdemê de karkerên sendîkayî herî zêde bi Kod 29'ê re rû bi rû mane û ew ê di 8'ê Adarê de bi daxwazên dakevin qadan. Kiziloz, diyar kir ku dema dema rabûna ser pêyan e û got: "Cinayetên jinan, tacizî tecawiz û mobbîng zêde bûn. Lewma divê jin li dijî vana xwedî li pirsgirêkên xwe derkevin û bitêkoşin." 
 
Kiziloz, wan ji bo 8'ê Adarê panelek amade kiriye û got: "Mijara panela me, tahdey li jinê tê kirin, krîza aborî û pandemî ye. Her wiha em ê afîşan jî daliqînin û belavokan jî belav bikin. Ê ev belavok li kargehan bên xwendin. Em ê di 8'ê Adarê de jî tevî jinan dakevin qadan." 
 
MA / Dîren Yûrtsever