TJA'yê banga beşdariya starta 8'ê Adarê li jinan kir

  • jin
  • 15:43 23 Sibat 2021
  • |
img
ŞIRNEX - TJA'yê banga beşdariya starta 8'ê Adarê ku dê di 26'ê sibatê de li navçeya Hezexê bide li jinan kir.    
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Hezexê ya Şirnexê ku navendeke starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê lê bêdayîn banga vexwendinê li jinan kir. Jinan beriya ku starta 8'ê Adarê di 26'ê sibatê de di saet 12.00'an de li navçeya Hezexê bide, dest bi xebatan kir. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û gelek jin beşdarî belavkirina belavokan bûn. Jinan li esnafên bazarê geriyan jin vexwendin çalakiyê û belavokên "Li dijî qirkirina jinê jiyanê û li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" belav kirin. Jinan di dema gera li bazarê de lîlandin û dirûşmeya "Jin jiyan azadî" berz kirin.