'Qirkirina jinan ji ber newekheviya cinsî ye'

  • jin
  • 09:09 23 Sibat 2021
  • |
img

AMED - Aktivîsta TJA'yê Bîrsen Guneş, anî ziman ku qirkirina jinan ji ber newekehviya cinsî ye û diyar kir ku dê li hemberî êrîşên rêxistinbûyî yên mêran têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî bidomînin. 

 
Her diçe cinayetên jinan û tahdeya li jinan tê kirin zêde dibin û cezakirina kiryaran jî wekî berê didome. Li gor daneyên 2020'an ên Platforma Em ê Cinaytên Jinan Rawestînin (KCDP), 45 jin hatine kuştin. Li gor rapora Çileya 2021'ê jî 23 jin hatine kuştin. Di hefteya dawî de 9 jin hatine kuştin. 
 
Aktvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Bîrsen Guneş, diyar kir ku qirkirina jinan bi awayekî rêxistinbûyî tê kirin. 
 
JIN BÊ NEFES HATIN HIŞTIN 
 
Guneş, destnîşan kir ku qirkirina jinan, ji ber newekehviya cinsî ya di civakan de ye û hikûmetên ku ji roja komar hatiye avakirin heya niha hatine ser kar, newekhevî û bêedaletî kom kirine. Guneş, anî ziman ku fatûreya vê êşa komkirî li jinan hatiye birîn û got: "Hemû deverên ku jin ji bo mafên xwe serî li didin, girtin. Em dikarin bibêjin ku jin bê nefes man." 
 
Guneş, diyar kir ku beriya AKP'ê jî rewş nebaş bû û got: "Lê belê bi AKP'ê re xirabtir bû. Îqtidar, jinan wekî nîvê civakê nahesibîne û jinan jî wekî objeyekê bi mêran dide naskirin. Ji ber vê mêr jî heqê kuştinê di xwe de dibînin. Me di bûyera Gulîstan şaylemezê de jî dît. Birayê wê ji Almanyayê tê û wê dikuje. Ev peyameke ji bo jin u dibêje, 'hûn li ku derê dibin bibin, em ê we bibînin û bikujin.'" 
 
JIN NAYÊN PARASTIN 
 
Guneş, diyar kir ku qirkirineke mezin heye û got: "Em her roj bi cineyeteke nû re şiyar dibin. Gava em lê dinerin, em dibînin ku jin an li malê ji aliyê birayên xwe an ji aliyê bavê xwe an jî ji aliyê hevjînê xwe ve tên kuştin. Îqtidar, jinan naparêze. Komele û saziyên jinan, jin diparastin. Lê rabûn hemû sazî girtin. Jin diçin qereqolê ji bo parastinê, lê bersivê nagirin. Gelek peyman hene, ji bo parastina jinê. Lê belê tenê li ser kaxezê hene. Niha peymana herî dorfireh, Peymana Stenbolê ye. Lê îqtidar dixwaze wê fesix bike û jinan wekî objeyekê bide der." 
 
SEDEMA QIRKIRINÊ 
 
Guneş, diyar kir ku qirkirina jinan ji ber perwerdehiya nêrza ye û got: "Mêr xwe birêxistin kirine û tahdeyeke sîstematîk pêk tîne." Guneş, bilêv kir ku dê jin jî li dijî vê tahdeya rêxistinbûyî, bi awayekî rêxistinbûyî bitêkoşin. 
 
'EM Ê BIBIN QÎRÎN' 
 
Guneş, destnîşan kir ku 8'ê Adarê jî ji ber qirkirina jinan çêbûye û got: "150 sal berê jin hatin kuştin. Ji bo me jinan her roj 8'ê Adarê ye. Ji lew ra em her roj tên kuştin û qirkirin. Em ê bibin dengên ku ji ber tahdeyê nikarin dengê xwe bilind bikin. Em ê li kuçeyan dengê xwe bilintir bikin û biqîrin." 
 
MA / Eylem Akdag