TJA: Îftîraya li Taşdemîr hat kirin li têkoşîna azadiya jinê hatiye kirin

  • jin
  • 16:09 22 Sibat 2021
  • |
img
AMED - TJA'yê bertek nîşanî hedefgirtina Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr da û wiha got: “Em îftîrayên Soylû weke ku li têkoşîna azadiya jinê û hemû jinan hatine kirin dihesibînin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ku Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû wê hedef nîşan dabû de daxuyaniyeke nivîskî da. TJA’yê diyar kir ku îftîrayên Soylû weke ku li têkoşîna azadiya jinê û hemû jinan hatine kirin dihesibînin û wiha got: “Em vê êrîşê qebûl nakin. Em careke din dibêjin ku em weke jin li dijî polîtîkayên şerê taybet, zext û tundiyê têkoşîna xwe bimeşînin, dest ji xeta xwe ya azadiyê bernadin û em ê heta dawiyê biparêzin.”