Li Edeneyê starta kampanya “Ji bo jinan edalet” hat dayîn

  • jin
  • 15:52 22 Sibat 2021
  • |
img
EDENE – Li Edeneyê jinan di bin dorpêça polisan de starta kampanyaya “ji bo jinan edalet” da. 
 
Endamên Meclisa Jinan a HDP’ê ya Edeneyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo starta kampanyaya “ji bo jinan edalet” bidin, li avahiya HDP’ê ya Edeneyê hatin gel hev. Lê Parka Merkezê ku wê daxuyanî lê bihata dayîn û avahiya HDP’ê ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin û destûr nehat dayîn ku jin ji avahiya HDP’ê derkevin.
 
Li gel hemû astengiyên polisan jî jinan xwe gihand Parka Merkezê û li dijî Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) ya Polisan, bi qasî 2 saetan li ber xwe dan.  Piştî ku demeke dirêj di bin dorpêça polisan de man jinan starta kampanyaya “Ji bo jinan edalet” dan. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Mersînê Fatma Kûrtûlan, li vir axivî û bertek nîşanî astengiya polisan da. Kûrtûlan, destnîşan kir ku xwestine li dijî tundiya li ser jinan xeleka mor çêbikin lê polisan wan asteng kiriye û got ku li gel hemûm zext û astengiyên polisan jî wê li qadan bin. 
 
Jin biç epik û tilîliyan ji dorpêça polisan vekişiyan.