Tanrikulu: Mêran di 10 mehan de 246 jin kuştin

  • jin
  • 13:15 25 Mijdar 2020
  • |
img

ENQERE - Parlamenterê CHP'ê yê Stenolê Sezgin Tanrikulu, bi minasebeta 25'ê Mijdarê rapora karneya meclîsê ya jinê aşkere kir. Tanrikulu, anî ziman ku di zagonên li meclîsê hatin qebûlkirin de navê jinê tune ye û wiha got: "Li Lijneya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê de bi giştî 57 saniyeyan li ser cînayetên jinan axaftin hatin kirin. Di 10 mehên ewil ên 2020'an de 246 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin. 151 jin bi guman mirin. Bi giştî 397 jin hatin kuştin." 

 
 
Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê û Wekilê Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê Sezgin Tanrıkulu, “Rapora 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê" aşkere kir. Tanrikulu, anî ziman ku di 10 mehên sala 2020'an de 246 jin ji aliyê mêr ve hatine kuştin. 151 jin bi awayekî guman mirine-hatine kuştin û bi giştî 397 jinan jiyana xwe ji dest dane. Tanrikulu, destnîşan kir ku Peymana Stenbol û hêjmara 6284'an a zagonê nayê sepandin û wiha got: “Newekheviya zayendiya civakî li her derê belav dibe. Karkerên jin li gorî karkerên mêr bêtir mafê wan û keda wan tê xwarin. Hatina mêr li gorî hatina jinê ji sedî 31 zêde ye. Ji çar jinan yek di qada îstihdamê de cih digire. Di pêvajoya pandemiyê de tundiya li dijî jinê zêde bû. Di vê pêvajoyê debêtir jin betal man. Ferqa mal û kar a navbera jin û mêr pir zêde ye. 
 
907 JIN DI CÎNAYETÊN KAR DE MIRIN
 
Tanrikulu, di raporê de anî ziman ku di 8 salên dawî de herî kêm 907 jin di cînayetên kar de mirin û wiha got: "Cînayetên jinan en kar di navbera 2013'an û 2020'an de herî kêm 907 in di cînayetên kar de mirin. Meclîsê erk û peyvira xwe ya Peymana Îstanbul pêk neanî. GREVIO, Rapora Tirkiyeyê werger nekir. Li meclîsê nehat niqaşkirin. Tundiya li ser jinan û Peymana Îstanbul nexistin rojeva meclîsê. Li Lijneya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê de bi giştî 57 saniyeyan li ser cînayetên jinan axaftin hatin kirin. Di 34 daxwazên zagonan de tenê 2, di 119 pirsnameyan de tenê 3, di 33 peşniyarnameyên lekolinê de 1, di 61 civînên çapemeniyê de tenê 3 civîn têkildarî jinê bû. 
Li Lijneya Giştî ya Meclîsê 96 wekilan tenê 9 peyvên ‘jin' anîn ziman. Di komên partiyan de HDP'ê 37 deqîqe, Îyi Parti 6 û CHP 15 saniye li ser mijara jinan axivî."