Ji siyasetmedarên jin ên girtî peyama 25'ê Mijdarê

  • jin
  • 11:48 25 Mijdar 2020
  • |
img

ENQERE - Siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Kandirayê girtine, bi boneya 25'ê Mijdarê peyam şandin û bal kişandin ser têkoşîna li dijî tundiyê.

 
Siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Kandira Kocaeliyê girtî, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, peyam şandin. Peyama jinên girtî ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat weşandin. 
 
YUKSEKDAG: JIN WÊ RÊYÊN NÛ VEKIN
 
Hevserokê HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag: "Bi hêvî, bi berxwedêrî û bi piştevaniyê merheba. Li dijî sîstema ku zilmê, mirinê û tundiyê ferz dike, wan jinên ku dest dane hev û ji bo jiyaneke azad têdikoşin silav dikim. Berxwedana jinê ya ku kolanan azad dike, di vê 25'ê Mijdarê de jî wê rêyên nû deyne pêşiya me. Li dijî her cûreyê tundiyê em ê her cûreyên piştevanî û têkoşînê keşf bikin. Tevgera azadiyê û hişmendiya jinê ya ku li girtîgehan, derve, dibistan, febrîqe, kolan û zeviyan hişyar bûye, wê dîrokeke nû binivîsîne. Em ê bi hev re bi ser bikevin."
 
TÛNCEL: EM LI DJÎ FAŞÎZMÊ DIMEŞIN 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tuncel:  "Di 25'ê Mijdarê de em careke din piştevaniya jinan mezin dikin. Em, sîstema kapîtalîst a bi serweriya mêr ku li me tê ferzkirin red dikin, ji bo paşeroja xwe xwe bi rêxistin dikin. Ji bo jiyaneke aştiyane, demokratîk, azad û wekhev, em jiyanê, xwezayê diparêzin. Li dijî edaleta dewletê ya mêr, em dibêjin edaleta rasteqîn. Li dijî her cûre cihêkarî, destavêtin, destdirêjî, komkujî, dagirkerî û tecrîdê em dibêjin 'Em xwe diparêzin'. Di serî de Peymana Stenbolê ji bo parastina destketiyên xwe ku bi kedeke mezin bi dest xistine, em têkoşînê mezin dikin. Bi kenê xwe, bi dansa xwe, bi hêza xwe ya rêxistinbûyî, bi piştevaniyê em bi ser faşîzmê ve dimeşin. Em li girtîgehê, hûn li derve..."
 
KIŞANAK: BI HÊVIYA ROJÊN BÊ TUNDÎ
 
Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak: "Em jinan li girtîgehan, li derve, li her qada jiyanê li dijî zext û tundiya mêr me li ber xwe dan, em li ber xwe didin. Em zanin ku siberoja azad û bêtundî tenê bi têkoşîneke rêxistinbûyî ya jinan dikare ava bibe. Em bi biryar ku li ber kuştina jinan, li ber tundî û cihêkariya li jinan rabin. Bi hêviya mezinkirina têkoşîn û piştevaniya jinê, silavan li jinan hemûyan dikim..."
 
ŞAHÎN: SEKNA ME YA RÊXISTIN KIRÎ
 
Hevşaredara Dersimê ya berê Edîbe Şahîn: "Ji roja ku em hatin dinyayê ve sîstema serweriya mêr sînor danîn ber me, dest bi lêkirina dîwaran kir. Em jî ji jiyana xwe zanin ku sînor û dîwar ji bo hilweşandinê ne. Tenê bila dilê mirovan bibe yek; bila destên me bigihêje hev. Hêza ku pêşî li her cûre tundiyê bigire, wê bi sekna me ya rêxistinbûyî be. Bi hêvî û baweriyê hembêz dikim..."
 
DEMÎREL: DESTHILATDARÎ JI JINAN DITIRSE
 
Parlamentera HDP'ê ya berê Çaglar Demîrel: "Jiyana min bi têkoşîna li dijî tundiya li jinê derbas bû. Yek ji sedemên girtina me jî parastina mafên jinan e, rabûna li ber tundiya li dijî jinan e. Rojane tundî li dehan jinan tê kirin, komkujî tên kirin. Yekane helwesta ku pêşî li komkujî û tundiya li dijî jinan bigire yekîtî û têkoşîna hevpar a jinan e. Polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê herî zêde bandorê li jinan dike û cuda dike. Desthilatdariya heyî ji jinan û têkoşîna jinan ditirse. Ji ber ku jin bi rûmeta xwe, bi berxwedana xwe li ber her cûre tundiyê û zextê radibin. Em, ku dîlgirtiyên siyasî ne, li vir girtî jî bin têkoşîn û berxwedana me ya jinê dewam dike û wê dewam bike. Yên ku zor û zehmetiyan ji holê rakin jin in. Di vê mijarê de em bi hêvî ne, wêrek in û em ê teqez bi ser bikevin. Silav, hezkirin û hurmetên xwe ji jinan hemûyan re dişînim..."
 
YILDIRIM: LI DIJÎ KIRÊTIYÊ DERKETIN
 
Parlamentera HDP'ê ya berê Gulser Yildirim: "Beriya her tiştî dixwazim bi redkirina pênaseya 'tundiya li jinê' ya ji aliyê cewherî ve, dest pê bikim. Tundiya li jinê weke tundiya li bedewiya jinê, li rastî û cewhera jiyanê dibînim. Tundiya li jinê tundiya li her kes, her tiştên bedew e. Rabûna li ber tundiya li jinê jî rabûna li ber her cûre qirêjiyên jiyanê ye. Divê em tundiya li dijî jinê weke tundiya li tevahiya civakê bibînin. Ji ber ku çavkaniya hemû pirsgirêkên li nava civakê, ev zîhniyet e. Têkoşîna li dijî vê zîhniyetê, wezîfe û berpirsyariya jinan hemûyan e, lê di heman demê de wezîfeya alîgirên azadî, demokrasî, wekheviyê ye. Di şexsê jinê de cîhaneke ku tundî li kesî nayê kirin, hêvî dikim. Bi silav û hezkirinê..."
 
TÛGLÛK: EM Ê ÊRÎŞAN RAWESTÎNIN
 
Parlamentera HDP'ê ya berê Aysel Tûglûk: "Yek ji sedemên dîlgirtina me ew e ku em li ber tundiya li dijî jinê radibin. Bawerim ku bi piştevaniya jinê em ê pêşî li her cûre êrişên li dijî me bigirin. Hem li girtîgehê hem jî li derve em ê têkoşîna xwe dewam bikin..."